Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Polîsên parêzgeha Kerkûkê, li gundê Serbîrê yê girêdayî navçeya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, dewriya polîsên beşa Dubiz û baregeha polîsên Pirdê, cenazeyê jinek, hate dîtin.
Polîsan derbarê nasnameya jinê de agahî belav nekir, lê diyar kir ku ew jin bi kêrê hatiye qetilkirin.
Rêveberiyê da zanîn ku lêkolîn li ser tometbar û buyerê hatiye destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku li Herêma Kurdistanê ji ber xemsariya desthilatê û pêkneanîna yasa û qanûnê ji bo parastina jinan, her diçe bîlançoya tundî û qetlên beramberî jinan zêdetir dibin. Piraniya dozên jinan yan têne nixumandin yan jî bi hincetên cuda tometbar têne berdan. Ev jî bûye sedema teşwîqdan û zêdebûna rêjeya tundî û qetlên beramberî jinan.

