În, 1 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cezayê ku li Siddik Akiş hatî birîn li Colemêrg û navçeyên wê hat şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê li ber biryara têkildarî doza Poyraz Esen rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Candan: Ji bo aştî, edalet û jiyana mirovan e em ê li qadên 1’ê Gulanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Girîng e ku 1’ê Gulanê weke roja sosyalîzma demokratîk bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê bîranîn: Em bibin yek, biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve di pratîkê de hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak: Hem muzakerevanê sereke be hem jî dîlgirtî be; bi vî rengî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Colemêrgê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê: Em ê li ber êrişan rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên piştgiriyê ji jinên Rojhilata Navîn bo YPJ’ê: Têkoşîn wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK: Bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibin
Rojane

KNK: Bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibin

KNK’ê 1'ê Gulanê Cejna Karkerêb Cîhanê pîroz kir, bang li hemû Kurdan kir ku bi coşa Cejna Newrozê beşdarî pîrozbahiyan bibin, li dijî dagirkerî û êrîşan rawestin û bertekên xwe nîşan bidin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwîdana eniya xwe, bi keda xwe, 1’ê Gulanê kirine cejna “Yêkîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê”. Ev cejn vê gavê li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Bila Cejna 1’ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz be.

Cejna 1’ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistaniyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî ev e serê sedan salan e, ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1’ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîla û pêşmergeyên û doza mezin a Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar yên 1’ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Rejimên zalim û zordar her tim pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê, serê xwe li ber van zilmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Em îsal cejna 1’ê Gulanê, di rewşeke cuda de pêşwazî dikin. Li Bakurê Kurdistanê ev salek û nîve pêvajoyek diyalogê heye. Heta niha heyeta Meclisa Turkiyê jî di navde gelek caran şande çûne girava Îmralî yê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîne. Şandeyên dewletê bi Birêz Ocalan re di nava muzakereyê de ne. Gelek bang û daxuyanî hatine dayîn, pêvajo gihîştiye qonaxa hiqûqî, lê heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin. Çareseriya Bakur, rê li ber çareseriya giştî vedike. Divê em hemî hewl bidin ku ev diyalog bigihê qonaxa çareseriyê. 

Li aliyê din Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke hesas û hestyar da derbaz dibe. Aloziya di navbera Emerîka – Îsraîl  û Îranê de berdewam e. Îran bi giştî ber bi guhertînekî ve diçe. Ev rewş bandorekî mezin li ser Rojhilatp Kurdistanê dike. Li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke nû heye û hingî diçi ev parçe dibe rojeveke sereke. 

Li Rojavaya Kurdistanê jî rewşeke ne diyar û xeternak heye. Niha bi rêveberiya Şamê re peymanek hatiye çêkirin, lê rewşeke ne diyar li seranserê Suryayê heye. Peymana 29’ê Çileya 2026’an di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêkhatî, resmiyetekî bi xwe re tîne, lê heta niha weke tê xwestin nehatiye bicîhanîn. 

Li Başûrê Kurdistanê ev sal û nîveke hilbijartinên parlamentoyê pêk hatine. Lê mixabin heta niha parlamento nehatiye aktîfkirin, hikûmeta nû pêknehatiye û serokê herêmê nehatiye hilbijartin. Pisgirêka deverên madeya 140 jî weke berê berdewam e. Aloziya di navbera Emerîka – Îsraîl û Îranê de, Iraqê jî hildaye navxwe. Bi vê alozîve girêdayî, êrîş li ser Başûrê Kurdistanê jî çêdibin. 

Li çar aliyên Kurdistanê, dek û dolap û planên dijê gelê Kurd berdewam in. Projên dijminan mezin in û hemû deskeftên Kurdan di bin xeteriyek mezin de ne. Divê hemî partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî vê rastiyê bibînin û gorî vê rewşê tevbigerin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, yekîtiya xwe xurttir bikin û bi hev re bi yek dengî dijî van planan derkevin.  

Bi vê munasebetê em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li herderî bi coşa Newrozê tevlî pîrozbahiya 1’ê Gulanê bibin. Di van çalakiyan de, li hember êrîş û dagirkeriyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin. KNK 1’ê Gulanê vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên cîhanê pîroz dike. “

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Noker emrê dagirkeran dirêj dike, gerîla jî bênavber derbê lê dide

Şer ne tenê di navbera gerîla û dagirkeran de ye; hêzên noker temenê dewlweta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tebqayê 27 dagirker hatin kuştin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê hewldana dagirkeriyê ya li dijî gundê Ebû Henaya yê gundewarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

Li paytexta Belçîka Brukselê 32’yemîn civîna Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Ewropayê gefa hewaya qirêj: Ji ber ozonê 63 hezar kes jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?