Li navçeya Avcilar a Stenbolê, herî kêm 10 kesên tevlî pîrozbahiyên şampiyoniya Amedsporê bûn, serê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku sedema binçavkirinê pevçûnek li Avcilarê ye, ku di dema pîrozbahiyê de qewimî. Tê payin ku kesên hatin binçavkirin di nava rojê de radestî Edliyeya li Kuçukçekmeceyê bêne kirin.
Barîkat Îstanbûlê li ser medya dîjîtal daxuyaniyek li ser mijarê da û nerazîbûn nîşanî binçavkirinê da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kesên hatin binçavkirin li qereqolê rastî kiryarên xerab hatine.

