Li Dersimê, bi wesîleya salvegera qirkirina li dijî Kurdan bi pêşengiya Platforma Demokrasî û Kedê ya Dersimê ji Kolana Hunerê heta bi Qada Seyît Riza meşeke girseyî hate lidarxistin. Piştî meşê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi wesîleya salvegera 89’an a Terteleya Dersimê tevlî daxuyaniya li Dersimê bû.
Tulay Hatîmogûllari axivî û diyar kir ku wê komkujiyê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin û got, “Ev gotin dirûşmeke ji rêzê nîne. Ev gotin ajîtasyon nîne. Ev gotin nîşan dide ku divê hesabê dîrokî bê pirsîn û rû bi rûbûn pêk were. Em ê Dersimê û hemû komkujiyên li hemberî Elewiyan hatine kirin ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser bûyera kuştina Gulistan Dokû û got, “Meseleya Gulistan Dokû aliyekî din ê asîmîlasyona li hemberî Elewiyan û Kurdan e.”
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku civîna desthiladariyê ya di salvegera Terteleyê de li Dersimê pêk anî ji bo nixumandina qirkirina Elewiyan e û got, “Civîn bêyî daxwaz û destûra Elewiyan pêk hat. Ez dixwazin bi taybetî bang li pîrên Elewî yên li wê derê, bang li 130 kesayetên li wê derê bikim: Dest ji vê şaşitiyê berdin.”
RÛBIRÛBÛN Û LÊBORÎN DIVÊ
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku divê rûbirûbûn bi Komkujiya Dersimê re bê kriin, lêborîn ji gel bê xistin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir; “Divê rûbirûbûn bi Komkujiya Dersimê re bibe. Pêwîste li Meclîsê bi lez komîyoneke rûbirûbûnê, komîsyona lêkolînkirina heqîqetê bê avakirin. Bi rengekî heqîqî divê lêborîn ji gelê Dersimê bê xwestin. Yên ku lêborînê divê bixwazin jî nabe ku di salvegera terteleyê de li vê derê karekî alternatîf bimeşîne. Divê dest ji vê feraseta karê alternatîf bê berdan. Divê tavilê dest ji polîtîkaya asîmîlasyonê bê berdan. Ji gelê Dersimê divê lêborîneke heqîqî bê xwestin.”
Hevseroka DEM Partiyê got, “Navê Dersimê divê lê bê vegerandin” destnîşan kir ku wan Dersim ji bîr nekiriye, wê ji bîr nekin û hemû qurbanî bi hurmet û minet bi bîr anî.

