Rojnamevan Ahmet Guneş bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nûçeyên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kiriye lêpirsîn hate destpêkirin.
Guneş ku edîtorê rojnameya Yenî Yaşamê ye, li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Stenbolê îfade da. Guneş di îfadeya xwe de anî ziman ku wî parvekirin di çarçoveya mafê nûçewergirtinê û azadiya fikrî ya gel de pêk aniye.
Guneş diyar kir ku di parvekirinan de sûc nîne û di çarçoveya karên rojnamevaniyê de hatin weşandin.

