Di çarçoveya ‘’Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk’’ de nîqaşên têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd, li dora pêngavên ewlehîyê, demokratîk û hiqûqî di rojevê de cih digire. Siyasetzan Fatma Unsal Bostan pirsên me yên têkildarî mijarên weke qonaxa pêvajoya nû, zextên li ser muxalefetê, dînamîkên herêmî û xitimiya darazî ya di dosyaya Gulistan Dokûyê de bersivandin. Siyasetzan Fatma Bostan diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne bi vederkirinê berovajî wê wê bi zemîneke edaletê ya hemû kesan digire nava xwe pêkan be.
Gelo li şûna kanalên sivîl sînordarkirina pirsgirêka Kurd ya di çarçoveya nîqaşên darazî de dikare weke dûrketina ji cewhera meseleyê were dîtin? Di pirsgirêka Kurd de bêyî ku maf daxwaz li ser zemîneke siyasî ya eşkere werin nirxandin, dikare çareseriyeke rastîn were peydakirin?
Awayê birêvebirna ‘’vê pêvajoyê’’ ku li ser lihevkirinek jî tune ye, ji vê yekê wêdetir ji ber ku aqilê dewletê, guherîna polîtîkayên dewletê û weke ‘’meseleya manûnemanê’’ tê dîtin, di çarçoveya ‘’darazê’’ ku yek pratîkên dewletê ya girîng e, sînordar bûye. Her çend li Meclisê komîsyonek hatibe avakirin û hemû partiyan nûnerên xwe şandibin jî ev mijar weke ku ji aliyê civakê jî were nîqaşkirin, pêş nakeve.
Rast e tê îfadekirin ku wê di vê mijarê de polîtîkayeke nû were birêvebirin; lê belê bêyî guhertina gotina ku îfadeya mijarê dike, hewl tê dayîn ku ev yek were kirin. Bi nimûne meseleya rapora ku li Meclisê hate amadekirin û piştgiriyeke mezin girt, bi taybetî di mijara ku pirsgirêk çawa derketiye de bi ‘’destwerdanên emperyalîstan ên li ser herêmê’’ re hatiye sînordarkirin.
Di pêvajoya aşitiyê ya beriya niha de bi awayekî daxilbûna civakê ya ji mijarê re hatiye xwestin ku bo nimûne di derdora muhafezeker de lihevkombûnên weke ‘’Dayikên Cîhanê’’, pêvajoyên aşitiyê yên giştî hatine nîqaşkirin û me însanên weke Lehman Gbowe yê Lîberyayî yê xelatgirê Xelata Aşitiyê ya Oscarê lêkolînkir û em li ser diaxivîn. Dîsa cîvînên heyeta însanên Aqilmend ên li seranserê Tirkiyeyê, wisa tê dîtin ku di wê serdemê de hewl hatiye dayîn ku civakê jî daxilî karê ku dihar kirin, bikin.
Roja îroyîn, gotina serwer a ‘’pirsgirêk tuneye, bes teror heye’’ ku heya niha berdewam kiriye, tê berdewamkirin û hewl hatiye dayîn ku pêşî li nerazîbûna raya giştî were girtin û mijar bes di çarçoveya ‘’Tirkiyeya bêteror’’ de hatiye pêşkêşkirin.
Li gel tevgerîna ku raya giştî naguhere gotina serwer hatiye berdewamkirin; weke ku di qoxaxa ‘’hevdîtina bi Ocalan re’’ ya komîsyonê de tê dîtin, di mijarên ku raya giştî wê îtirazê bike de bi tirsekê gav hatine avêtin.
Di dît ku raya giştî diguhere, di hilbijartinên dawîn ên DYE’yê de me dît ku dema bi edalet û mafên mirovan re tê têkildarkirin çawa tê veguherandin; di dema hilbijartinê de beyanên ku gelek namzetan ji AIPAC’ê bi tu awayî piştgirî nestandiye, ji rewşa ‘’namzetê ku ji aliyê koma Îsraîlê ve piştgiriyê nabîne, nikare ser bikeve’’ derbasî rewşa ‘’Namzedê ku ev kom piştgiriyê didiyê, nikare ser bikeve’’ bû û ev yek veguherîneke radîkal radixe ber çavan. Ez di wê baweriyê de me ku raya giştî ya ‘’Tirk’’ ku bi salên dirêj bi propogandaya yekalî re rû bi rû maye û dibêje ku bes ‘’teror’’ heye, ger têkildarî vê mijarê di çarçoveya edalet û binpêkirinên mafan de hevrûbûnek pêk were wê berê raya giştî jî biguhere.
Li gel vê yekê, weke roja îroyîn li Tirkiyeyê ku vê pirsgirêkê di mijara mafên mirovan de bûye sedema binpêkirinên çawa, birêvebirina pêvajoyê ya bêyî ku berê xwe bidin rewşa ‘’jidûrketina hiqûqê’’ ku zirarê dide dewleta hiqûqê û çawa bandor li hemû civakê kiriye, di mijara çareseriyê de rê li ber derketina nediyariyan vedike.
Dewlet li şûna ku pêngavên ênber biavêje dema pêvajoyê direj dike û gelo ev yek bandoreke çawa li hêviyên civakê yên têkildarî çareseriyê dike? Ev rewşa nediyariyê bi kêrî kîjan aliyî tê?
Neavêtina pêngavên hewce, tevî ku piştevaniya ji pêvaoyê re zêde ye jî rê li ber kêmbûna hêviya serkeftina wê vedike. Dema ku pêngavneavêtina roja îroyîn bi hesta nebaweriya pêvajoyên neserketî yên beriya niha re dibe yek bi awayekî normal têkildarî pêvajoyê fikarek derdikeve holê.
Gelo muxalefet divê li hemberî hewlên desthilatdariyê yên têkildarî dîzaynkirina muxalefetê serî li stratejiyeke çawa bide? Ev siyaseta zextê wê bandoreke çawa li aşitiya navxweyî ya Tirkiyeyê û zemîna çareseriya pirsgirêka Kurd bike?
Pirsa ‘Gelo ger ev pêvajo nebûna, wê li hemberî CHP’ê operasyonên ‘’dorpêçkirin’’ û ‘’bêqîmetkirinê’’ bihatana kirin’ girîng e; lê belê beriya wê doz di formateke weke ‘’Rêxistina Terorî ya Ekrem Îmamoglû’’ hatiye kirin û bimin têkildarkirina wê ya li gel pirsgirêka Kurd wê rasttir be. Herî dawiyê di dosyaya keça me Gulîstan Dokû de hate dîtin ku heya pirsîna aqûbeta jineke ciwan jî ji bo sûcdarkirina li gel terorê dikare bi hêsanî were bikaranîn.
Ev gotina sereke ya bi salan hebûna xwe domand, atmosfereke ku her tiştî bi ‘’terorê’’ ve girê bide, afirand. Vê yekê her çend bi awayekî giştî têkildarî kiryarên darazê di nava gel de bêbaweriyeke mezin afirandibe jî berovajiya wê derfeteke mezin pêşkêş dike; di mijarên weke binpêkirinên mafan ên li ser hemû derdoran, lihevkombûna hemû derdoran ya di çarçoveya edaletê de û şîrovekirina Kanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya bi berfirehî dikarin rêli ber hevkariya daraza adilane vekin.
Lê belê ji bo vê yekê divê hemû gotinên jiberkirî yên heya niha werin derbaskirin. Barkirina ser milên komekê ya nelirêtiyên ku ev demeke dirêj e di kiryarên darazê de berdewam dikin, sûcdarkirina komekê û weke çareserî girêdayî mensûbiyetê paqijkirina vê komê ya li hemû qadan, perspektîfa ku desthilatdarî û muxalefet bi awayekî li hev hatine, xuya dike nîşan da ku rê li ber daraza adilane venekiriye.
Çareserî ew e ku hemû derdor girêdayî edalet û mafên mirovan, bêyî ku komeke cuda weke gef, dijmin û gumanbar were dîtin, bikaranîna ziman û uslûbeke xebata di nava hevkariyê de ye. Li Tirkiyeyê her çend bi demê re komên weke gef tên dîtin, biguherin jî meseleya dîtina komekê ya weke gefekê naguhere.
Ji ber ku balkêştir e, heya AKP hate ser desthilatdariyê û her wiha di serdema ku li serdesthilatdariyê de bû ‘’kevneperestî’’ weke gefeke girîng dihat dîtin û girêdayî vê yekê ez dikarim dîtina ‘’gumanbarê xwezayî’’ ya partiyên siasî û derdorên civakî weke mînaka yekem nîşan bidim. Her wiha derdora DEM Partiê jî heya nia bi vî awayî weke gefa sereke dihat dîtin ku ev yek jî mînakeke din e.
Em dikarin bi awayekî rehet bibêjin ku partiya muxalefeta sereke CHP heya demên dawîn ji vê rewşa ku qada siyasetê asteng dikir, aciz nebû. Aha ev serdem û rewşa ku rê li ber siyasetê dikir û li hemberî afirandina polîtîkayeke tevahî dibû asteng xwedî wesfeke wisa ye ku guherîna wê ya ji aliyê siyasetmedaran ve zehmet e. Dabînkirina aşitiya navxweyî ya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bes bi vî awayî bêyî ku hemû kom ji hev werin cudakirin, bi awayekî hêsan tawanbarkirina ‘’terorîstbûnê’’ neyê kirin, li ser zemîneke wekheviyê, lihevkirina li ser edalet û mafên mirovan wê pêkan be.
Li gorî we şerê DYE-Îsraîl û Îranê û tevgera li xeta Sûriyeyê wê bandoreke çawa li nêzîkatiya Eneqereyê ya têkildarî pirsgirêka Kurd bike? Polîtîkaya derve çi qasî bandorê li xitimîna hundirîn dike?
Rewşeke ku pêvajoya dawîn, li gel ferqkirina guherînên herêmî yên nêzîk dibin û bi fikara ‘’manûnemanê’’ dest pê kiriye, heye. Hem zimanê rapora komîsyonê hem jî seraktorbûna Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji pêvajoyê re ku heya niha parastina polîtîkayên herî tund dikir, vê yekê xurt dikin. Li hemberî geşedanên herêm, pêkanîna guhertina helwestê helbet ne şaş e; lê belê nirxandina ‘’gelekî dereng e, pir kêm e’’ ku derheqê hewlên bi vî rengî de gelekî tê bikaranîn, ji bo pêvajoya dawîn jî derbasdar e.
Nêrîna Tirkiyeyê ya têkildarî mijarê, ji bilî hin xalên din diviya têkildarî li gel guherîna hevsengiyên hêzê yên herêmî jî ji salên 1990’î û pê ve guherîbûna. Ji Şerê Kendavê yê Yekemîn û pê ve xurtbûna Herêma Kurdan a li Iraqê û serokên weke Mesûd Barzanî merhûm Celal Talabanî, her wiha di sala 2003’yan de avabûna Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya piştî dagirkirina Iraqê û bûna hêzeke xweser; piştre xurtbûna YPG’ê ya di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, weke ku nîşan da di vê serdemê de pêvajoya aşitiyê dest pê kiriye, egera guherîna helwesta têkildarî vê mijarê jî ferz dikir.
Guherîna rêveberiya li Sûriyeyê û êrîşên li ser Îranê ev yek zêdetir raxist ber çavan. Tevî van guherînan hemûyan jî dikare bê gotin ku nêrîna Tirkiyeyê li gorî serdema Peymana Sadabad/Bexdayê zêde jî neguheriye û weke xwe maye. Nêrneke ku ya ku balê dikşîne ser mafên mirovan ên giştî û guherîna hevsengiyên herêmî xwe ferz dike.
Dosyaya Gulîstan Dokûyê, ji aliyê jinên winda bûne û mirinên biguman ên li Tirkiyeyê ve çi nîşan dide? Encamnebûna bûyerên bi vî rengî ya bi salan derheqê mekanîzmayên dewletê yên ewlehî û lêpirsînê de çi nîşanî me dide?
Dosyaya Gulîstan Dokûyê gelek tiştan radixe ber çavan.Yek ji van jî ew e ku heya pirsîna aqûbeta jineke ciwan jî rewa nayê dîtin. Parlamenterekî AK partiyê têkildarî lêpirsîna derbarê Gulîstan Dokûyê de gotibû ‘’Belkî jî we bir serê çiya û we ew kuşt’’ û bi vê gotinê dikarî sûcdarkirina bike. Ev yek jî nîşan dide ku li pişt egerên ewlehiyê binpêkirinên çawa hene û di encamê de jî çareserbûna vê meseleyê careke din nîşan da ku civaka Tirkiyeyê hiştiye di nava rewşeke ku dikare çend were acizkirin de.
Ji ber vê yekê weke failên vê bûyerê ji bilî waliyê berê yan jî midûrê polîsan, fikirîna li ser zemîna ku rê li ber van hemû tiştan vekiriye; wê di mijarên weke dîtina sedemên binyadî yên pirsgirêkê û xala çareserkirinê de bibe alîkar.

