Sînan Bulbul di sala 1994’an de li Idirê hatibû girtin. Sînan Bulbul piştî 32 salan ji Girtîgeha Maltepeyê ya Stenbolê hate berdan.
Sînan Bulbul ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), nûner û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê (ANYAKAYDER), rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Stenbolê û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.
Sînan Bulbul di pêşwaziyê de axivî û got: “Dilê me di hundir de ma. Bendewariya hevalên hundir ji we hene. Dibêjin me heta niha li ber xwe da û em ê timî li ber xwe bidin. Perspektîfa ku Serok Apo daniye holê aştî û azadiya gelan e. Armanca me ya herî mezin rewşa Serok Apo ye. Em ê ji bo aştî û çareseriya demokratîk em ê bixebitin.”
Girtî Sînan Bulbul piştî 33 salan hate berdan
Sînan Bulbul ê ku di sala 1994'an de hatibû girtin, piştî 32 salan ji Girtîgeha Maltepeyê hat berdan.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

