Meclisa Malbatên Şehîdan ên bajarên Qamişlo û Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Agirê Efrîn (Ehmed Omer) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Masûd Omer ên ku di 18ˊê Çileyê del i ser Rêya Spî şehîd bûbûn li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin.
Li kêleka oxirkirina van şehîdan merasîmek xiyabî ji bo 21ˊê şehîdên Asayîşê yên di Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê de di Çileyê de şehîd bûbûn hat lidarxistin. Navên şehîdan wiha ne: Mehmûd Horîk, Zehredîn Hicazî, Mistefa Igêl, Masûd Ebdo, Ehmed Gulê, Luey Ehmed, Talib Elûş, Serbest Cafer, Hecî Xelîl, Mehmûd Reşîd, Beşar Weqas, Ehmed Silêman, Cûdî Hesen, Munzur Silêman, Hesen Ehmo, Enwer Cuma, Nebî Hemoş, Mihemed Elî, Cuma Şêxo, Xalid Hecî û Ebdurehman Îsa.
Di merasîmê de girse, malbatên şehîdan, nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl amade bûn.
Piştî turaneke leşkerî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ve, ji Fermandarên Asayîşê yên bajarê Qamişloyê Dîrok Qamişlo axivî û got: “Em rojekê jî ji şehadet û pêşkêşkirina fedekariyan netirsiyan. Heya ku şehîdên mîna Ziyad Heleb û Masûd hene tirsa me ji mirinê nîn e. Em hemû amade ne têkoşînê li ser rêça şehîdên xwe bimeşînin. Me soz da dayik, bav û zarokên şehîdan, em ê xwedî li soza xwe derkevin.”
Dîrok wiha anî ziman: “Di hizûra 23 şehîdan de em dibêjim berpirsiyariya li ser me mezin e. Em wek Asayîşê soz didin şehîdan û gelê me ku em ê çavên wan ên parastina herêmê bin.”
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şaziya Îbrahîm got: “Di vê merasîma pîroz de em wek dayik û bavên şehîdan soza xwe ji bo şehîdan nû dikin. Îro tu hêz nikare me ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi dûr bixe, ji ber ku bi saya fedekariyan şehîdan em bûne xwedî hêz.”
Aldar Xelîl jî lehengî û fedakariyên şehîdan silav kir û diyar kir ku gelê ku îro bi saya berxwedana û têkoşîna şehîdan li vir dijî û got: “Şehîd sembola berxwedana Rojava ne.”
Xelîl destnîşan kir ku tiştê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rû daye “destanek lehengiyê” ye ku şervanên weke Ziyad Heleb û hevrêyên wî nivîsandin.
Xelîl da zanîn ku îro li dijî hebûn û nasnameya gelê Kurd êriş tên kirin û got: “Têkoşîna ji bo gihandina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên gelê Kurd û tevahî gelan nas bike berdewam e. Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye, lê gava ber bi çareserkirina pirsgirêka Kurd li tevahî parçeyên Kurdistanê ve temsîl dike û ji bo tevahî dozên li Rojhilata Navîn çareserî ye.”
Piştre xwişka şehîd Ziyad Heleb, Roheyv Heleb behsa berxwendana leheng a ku li Şêxmeqsûdê bi pêşengtiya şehîd Ziyad û hevrêyên wî hat meşandin kir, sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêça şehîdan nû kir û got: “Jibîrkirin îxanet e.”
Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeyên 23 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, cenazeyên şehîd Agirî Efrîn û Masûd Omer hatin veşartin.

