Şehîd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) hem weke fermandar hem şervan hem jî hunermendeke ku di dilê xwe de cih girtiye, tê bîranîn. Di heman demê de dengê gel û sembola dozekî bû.
Gerîla Tîrej Roj ê ku di komuna Tev-Çandê de cih digire û hem weke şervanek hem jî bi hunera xwe li çiyayan têkoşînê dimeşîne, derbarê bandora Hozan Mizgîn a li ser civakê axivî.
‘EM BI DENGÊ WÊ MEZIN BÛN’
Gerîla Tîrêj Roj di şexsê Hozan Mizgîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got, “Armanc û têkoşîna wan, soza me ya serketinê ye. Em bi dengê heval Mizgîn mezin bûn, keda wê ya li ser me zêde bû. Di nava têkoşînê de xwedî cihekî taybet e.
Ew tenê hunermendek nebû, di heman demê de li çiyayan fermandarek pêşeng bû.
Di demên zehmet ên têkoşînê de, bi taybetî di salên 80 û 90’î de gihişt asta fermandariya eyaletê, vê yekê îradeya wê nîşan dida. Bi nasnameya xwe ya hunermendiyê çanda Kurdî li dijî asîmîlasyonê parast û ji bo avakirina komên mîna ‘Koma Berxwedan’ tevkarî kir.
Hîna beriya biçe çiyayan jî li Ewropayê û qadên cuda xebateke aktîf û bi disiplîn meşand; bi kesên mîna Egîd (Mahsum Korkmaz) re di xebatên propagandayê yên dema ewilî de cih girt.”
Tîrêj Roj diyar kir dengê şehîd Mizgîn tenê xwedî nirxekî muzîkal nebû û wiha pêde çû: “Hunera wê bûye pêşenga tarzeke neteweyî ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dagirkeran, bi hunera xwe çand û zimanê Kurdî parastiye, ji hezaran jinên ciwan re bûye çavkaniya îlhamê.
Têkoşîna şehîd Mizgîn îro bi hezaran Mizgînan dewam dike û rêya wê tê şopandin. Em hemû deyndarê wê ne. Hem weke şoreşgerek hem jî weke hunermendek di nava civaka Kurd de, bi taybetî di navbera jinan de pêşengî afirand, ev yek ji bo me rûmeteke mezin e.”

