Bajarên weke Wan û Colemêrg cihê xwe di nava çavkaniya bi hêzkirina Tevgera Azadiya Kurd de digirin. Her wiha ew wekî deverên ku polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk lê bi giranî hatine meşandin jî, tên nasîn.
Wan, dikeve navenda rêya esasî ku narkotîk ji Efganistan-Îran-Tirkiyeyê heta Ewropayê dirêj dibe. Colemêrg, her çend pir caran di bin siya Wanê de bimîne jî, wekî yek ji bajarên sînor ku polîtîkayên şerê taybet bi giranî lê tê meşandin tê nasîn.
Dema ku ev her du bajar em bi hev re digirin dest, mînakek zelal a polîtîkayên tunekirina çandî yên dewletê li dijî Bakurê Kurdistanê û bandora wan li ser civakê derdikeve holê.
XAÇERÊYA RÊYÊN KU JI EFGANÎSTANÊ DIÇIN EWROPAYÊ
Wan wekî yek ji xalên sereke yên veguhestina narkotîkê ya li Tirkiyeyê, derdikeve pêş. Eroîn û madeyên mîna wan ji Efganistanê bi rêya Îranê digihîjin Wanê; ji wir li seranserê Tirkiyeyê têne belavkirin û her wiha ji bo Ewropayê têne şandin. Ev rê ne tenê xwedî taybetmendiyeke erdnîgariye, di heman demê de wekî xeta lojîstîkê ku yekîneyên dewletê û torên sûcên rêxistinkirî xebatên hevpar lê dikin, tê bikar anîn.
Navçeya Elbak ya Wanê wekî yek ji xalên herî krîtîk ên li ser vê rêyê tê hesibandin. Li gorî welatiyên navçeyê dibêjin, hema hema ji her malekê kesek ji ber sûcên têkildarî narkotîkê girtî ne. Li hin taxan, temenê bikaranîna narkotîkê daketiye 9 salan.
XAÇORT ÊDÎ DI NAVENDA ŞERÊ TAYBET DE YE
Bikaranîna narkotîkê bi taybetî li taxên Xaçort, Karşiyaka û Seyit Fehim Arvasi zêde dibin. Xaçort, ku berê bi çanda berxwedanê û nasnameya xwe dihat nasîn, niha tê gotin ku yek ji wan cihan e ku bandorên polîtîkayên şerê taybet lê bi giranî têne meşandine.
Li vê taxê ku nêzîkî 19 hezar kes lê dijîn, bikaranîna narkotîkê, fuhûş û polîtîkayên asîmîlasyonê pir zêde bûne. Tê gotin ku vê yekê bandorek kûr li ser avahiya civakî û çandî ya herêmê kiriye.
OTEL JI BO FIHÛŞÊ NAVBEYNKARIYÊ DIKE
Tê gotin ku li Wanê fihûş di nav toreke aborî ya berfireh de tê organîzekirin. Tê gotin ku geştiyarên Îranî yên ku serdana hin otêlên luks dikin, bi jinan re di berdêla pereyan de tên cem hev. Her wiha tê gotin ku hin otêl di van têkiliyan de wekî navbeynkar tevdigerin ku gelek navendên fihûşê li navenda bajêr û navçeyên derdorê dixebitin.
TORÊN ŞANTAJÊ
Xebatên sîxuriyê yên li Wanê bi taybetî jinên ciwan ên ji malbatên nêzîkî Tevgera Azadiya Kurd hedef digirin. Têkiliyên sexte yên ku bi rêya medyaya civakî hatine avakirin, tomarkirina nameyên taybet û karanîna wêneyan ji bo şantajê wekî mînakên sereke yên van rêbazan têne destnîşan kirin. Statuya Wanê wekî bajarekî sînor û hebûna zêde ya leşker û polîsan li bajêr ji bo pratîkên wiha hawîrdorek guncaw diafirîne.
Wekî bajarên din ên Kurdan, bandora herî mezin a polîtîkayên sîxuriyê, bêbaweriya di nava civakê de avakirine. Tê ragihandin ku gumanên wekî “Kî ji bo kê dixebite?” an jî “Kî agahiyan hildigire?” di nav gel de zêde bûne. Ev rewş wekî kûrkirina bêdengiyê, bêewlehiyê û bêserûberiyê di nav civakê de û qelskirina têkiliyên civakî tê şîrovekirin.
‘EM DIXWAZIN BI NASNAMEYA XWE BIJÎN’
Gotinên welatiyên taxa Xaçortê ya “Ne cîrantî û ne jî yekîtî û piştgiriya wekî berê nemaye. Em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Divê Rêxistin li van bigere û xebatên hişyarîkirinê bide meşandin” rastiya heyî radixe berçavan. Ev gotin bi qasî ku daxwazeke siyasî ye, di heman demê de di asta bangeke jiyanî ye.
MIRINA BI GUMAN A ROJÎN
Yek ji bûyerên herî zêde nîqaşkirî li Wanê di sala 2024’an de mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş bû. Kabaiş a 21 salî piştî ku di 27’ê Îlona 2024’an de ji wargeha xwe ya KYK’ê derket, winda bû. Piştî çend rojan a lêgerînê, cenazeyê wê yê bêcan di 15’ê Cotmehê de li peravên Gola Wanê hat dîtin.
Malbat û parêzerên wê, gotin ku bûyer zû wekî “xwekuştin” hat pênasekirin û ji ber ku lêpirsîn bi têra xwe berfireh nebû nerazîbûn nîşan dan. Ji ber vê yekê, daxwaza lêpirsînek serbixwe û berfireh hat kirin. Doz bû sembola pirsgirêkên demdirêj ên bêcezatiyê, nebûna şefafiyetê û lêgerîna edaletê li herêmê.
QÊRÎNA BAV KABAÎŞ
Doza Rojîn Kabaîş ji hêla rêxistinên jinan û bi taybetî ji hêla raya giştî ve wekî mînakek girîng a nîqaşên li ser polîtîkayên şerê taybet ku di salên dawî de li Kurdistanê zêde bûne, hat destgirtin. Malbat û alîgirên wê têkoşîna xwe ji bo ronîkirina bûyerê û anîna berpirsiyaran ber bi edaletê ve didomînin.
Gotinên bavê Rojîn Nizamettin Kabaîş, ku li ber Dadgeha Amedê hatine gotin, “Dengê min nayê bihîstin ji ber ku ez xizan im” bûn sembola rexneyên civakî yên li ser pergala edaletê.
COLEMÊRG: ÇETEYA AYŞEGUL AKDOGAN
Bûyerek ku di sala 2024’an de li Colemêrgê derket holê, bû yek ji mînakên herî berbiçav ên polîtîkayên şerê taybet ên ku li herêmê hatine nîqaşkirin. Vîdyoyek ku li ser medyaya civakî belav bû nîşan da ku jinek bi navê Ayşegul Akdogan êrîşî jineke din a ciwan dike. Piştî lêpirsînên hatine kirin, derket holê ku li pişt vê toreke sûc a berfireh heye.
Li gorî nûçeya ku ji hêla nûçegihana JINNEWS’ê Rabia Onver ve hatî amadekirin, çeteyên ku ji nêzî 25 kesan pêk tên ku ji hêla Akdogan ve tê rêvebirin, nêzî sê sal bûn li navenda Colemêrgê û navçeyên Çelê û Gever jin û zarokan hînê hişbirê kirine û ji bo fihûşê zorê li wan kirine.
Di nûçeyê de hate gotin ku jinên ciwan, bi taybetî yên 15-21 salî, berî ku bi zorê dest bi fihûşê bikin, bi rêya gef, şantaj û wêneyên çêkirî zext li wan hatiye kirin. Piştî eşkerekirina van rastiyan ji raya giştî re, fermana binçavkirinê ji bo rojnamevan Rabia Onver hate derxistin û polîs bi ser mala wê girtin.
ÇETEYA AKDOGAN KU JI HÊLA DEWLETÊ VE TÊ DESTEKKIRIN
Malbata Ayşegul Akdogan bi avahiyên ewlehiyê re xwedî têkiliyek nêzîk bû û ji ber vê yekê giliyên li dijî wan hatine vekirin bêencam man. Her wiha hat îdîakirin ku hin polîs bi vê torê ve girêdayî ne. Lê belê, derbarê van îdiayan de biryarên dadgehê yên ku ji raya giştî re hatine eşkerekirin tune ne.
Li gorî vegotinên hin xwediyên karsaziyê yên li herêmê, hin jinên ku tê îdîakirin ku di vê torê de cih digirin rastî şîdeta giran, şantaj û heta gefa mirinê hatine.
Doza ku ji hêla Serdozgeriya Giştî ya Colemêrgê ve hatiye vekirin, tê gotin ku li Dadgeha Cezayê ya 3’yemîn a Colemêrgê berdewam dike. Lê belê, rastiya ku sûcdariyên di çarçoveya dozê de bi “êrîşa hêsan” û “binpêkirina jiyana taybet ” ve sînordar in, bûye sedema nerazîbûnên raya giştî.
Rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan ên li herêmê dibêjin ku sûcdariyên cidî yên wekî karanîna madeyên hişber, fihûşa bi zorê û şantaj bi têra xwe nayên lêkolînkirin.
FIHÛŞ: SÊGOŞEYA ÇAWÎŞÊ PISPOR-DEWLET Û CERDEVAN
Şebekeyeke fihûşê ku li Colemêrg û Şirnexê dixebite, rasterast bi dewletê re têkiliyên wê heye. Tê gotin ku ev kom, ku ji zêdetirî 70 kesan pêk tê di nav de cerdevan, çawiş û sivîl jî hene, bi qasî sê salan li hember jinan şantajê kirine û bi zorê ber bi fihûşê ve birine. Ev çete bi giranî li navçeya Colemerg û navçeyên Çelê, Gever û Qilebanê ya Şirnexê kar kiriye. Operasyon bi rêya agahiya endamekî berê yê çeteyê ku xwe wekî çawiş da nasîn, derket holê. Li gorî raporê, di agahiya de zêdetirî 70 kes hatine deşîfrekirin.
SULEYMAN SOYLU Û TORA TARÎ YA LI KURDISTANÊ
Navê Suleyman Soylu di nirxandinên têkildarî torên sûc ên cûrbecûr li Wan, Colemêrg û Bakurê Kurdistanê de gelek caran tê bikaranîn. Ev rewş nîqaşên li ser têkiliya di navbera dewlet û avahiyên sûcên rêxistinkirî de xurt dike.
Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de derketine, hatiye gotin ku tenê li Colemergê 33 komên sûcên rêxistinkirî yên cûda hene. Rastiya ku ewqas rêxistinên sûc li bajarekî ewqas piçûk dixebitin bal kişandiye. Serdanên Soylu yên pir caran ên bajêr di dema wezîrtiya wî de jî bûne mijara nîqaşê.
TORA NARKOTÎKÊ YA NAVNETEWEYÎ YA SOYLU
Navê Soylu di îdiayên têkildarî bazirganiya narkotîkê ya navneteweyî de jî derket holê. Yek ji bazirganê narkotîkê ku herî zêde lê tê gerîn Joseph Johannes Leijdekkers e. Ev kes di nava kesên ku di medyaya Tirk û Ewropayê de di nîqaşên li ser bazirganiya narkotîkê ya ku Suleyman Soylu tê de ye derket.
Wezîra Dadê ya Hollandayê ya wê demê Dîlan Yeşîlgoz, diyar kir ku ew bawer dikin Bello Joe li Tirkiyeyê ye û wan di vê mijarê de ji Tirkiyeyê piştgirî xwestiye. Lê belê, hatiye gotin ku di dema Soylu de ti operasyon nehatine kirin û operasyon paşê dest pê kirine.
Tê îdiakirin ku torên sûc ên li Wan û Colemergê bi avahiyên neteweyî û navneteweyî ve girêdayî ne. Nexwestina dîtina dewletê ya van têkiliyê, nîşan dide çima rêxistinên sûc li van bajaran bi berdewamî û ewlehî xebatên xwe didomînin.
LI WAN Û COLEMÊRGÊ BINGEHA BERXWEDANÊ
Wan û Colemêrg wekî bajarên ku bi sedan ewladê xwe tevî gerîla kirine û piştgiriyeke civakî ya xurt ji bo Tevgera Azadiya Kurd heye têne dîtin. Ji ber vê yekê, berfirekirina polîtîkayên dewletê li van herêman, bi armanca şerê taybet hatiye kirin. Bazirganiya madeyên hişber, torên fihûşê û xebatên sîxuriyê wekî berhemên şerê taybet in.
Çareseriya vê rewşê ew e ku gelê Wan û Colemêrgê rêxistina xwe xurt bike û têkiliyên xurttir bi tevgerên siyasî re ava bike.

