Dersim, bajarê Bakurê Kurdistanê û dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye ku bîreweriyên herî kûr, herî giran û herî zêde hatine çewisandin di nava xwe de dihewîne. Komkujiya 1937-38’an, weke yek ji êrişên herî girseyî yên qirkirina etnîkî ya sedsala 20’emîn di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Ev axa ku bi deh hezaran mirovî lê jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes bi darê zorê hatine sirgûnkirin û nasnameya zarokan hatiye guhertin û dane malên xelkê; ji bo gelek mirovî hem warê xemgîniyê hem jî qada berxwedanê ye.
Dersim di heman demê de cografyayeke wisa ye ku nasnameya Elewî-Zaza, çanda Kurd û siyaseta azadîxwaz tê de bi awayekî hûnandî tê jiyandin û hesabpirsîna dîrokî ya bi dewleta Tirk re herî kûr tê de diqewime. Tam ji ber vê yekê, dewlet piştî qirkirina fîzîkî ya 1937-38’an, îro bi çekên cuda ber bi heman armancê ve dimeşe. Dixwaze bîra berxwedanê ya Dersimê jê bibe, ciwanên wê birizîne û piştevaniya wê ya civakî parçe bike.
Di vê rêze-dosyaya xwe de, em ê belavbûna narkotîkê ya li Dersimê, fuhûş, ajanîkirin, çetebûn û doza Gulistan Doku ya ku wekî cînayeta şerê taybet a herî dengvedayî ya salên dawî ye û piştgiriya dewletê ya li pişt vê dozê bigirin dest.
VEGUHASTINA NARKOTÎKÊ JI BO BAJARÊ BIÇÛK Û ROLA DEWLETÊ
Dersim, yek ji parêzgehên herî piçûk ên Kurdistanê ye. Di vî bajarê ku hejmara wê di bin 80 hezarî de ye û li gorî bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê pir piçûk dimîne, tê zanîn ku di salên dawî de bikaranîna narkotîkê pir belav bû ye.
Hebûna Zanîngeha Munzurê, her sal bi deh hezaran xwendekarên ciwan dikişîne bajêr û ev qerebalixa demografîk, qada armancê ya tora narkotîkê fireh dike. Bi taybetî piştî sala 2016’an, li bajêr bikaranîn û firotina narkotîkê zêde bû; kafe û mekanên civakî veguherîn mekanîzmayên ku derî ji van toran re vedikin. Narkotîkên sentetîk û di salên dawî de bikaranîna metamfetamînê, di nava ciwanên li derdora çemê Munzurê û navenda bajêr de tabloyeke bi fikar ava dike.
Aliyekî meseleya narkotîkê ya Dersimê heye ku wê ji bajarên din cuda dike; ciwanên ku bi nasnameya xwendekariyê tên, hem wekî bikarhênerên potansiyel hem jî wekî armanca ajanîkirinê tên dîtin. Doza Gulistan Doku mînaka herî berçav e ku nîşan dide ka xwendekarên jin ên li Zanîngeha Munzurê çawa dibin armanca operasyonên ajanîkirin û fuhûşê.
Pêdivî heye ku em kirinên narkotîkê yên li Dersimê bixin nava çarçoveyeke rast. Narkotîk, li cografyaya Dersimê ya ku berê ji aliyê hêzên polîtîk û civakê ve nedihat qebûlkirin, di encama lawazkirina hêzên polîtîk û çewisandina civakê de heta quncikên herî dûr belav bû. Ji ber ku cudahiyeke bingehîn a narkotîka li Dersimê ji tabloyên bajarên din hebû; li vê cografyayê narkotîk li ser hilweşîna civakî ya ku jixwe hebû rûnenişt. Berovajî vê, refleksên siyasî û civakî yên ku beriya narkotîkê bi hêz bûn bi qestî hatin lawazkirin, piştre narkotîk di nava wê valahiyê de hat bicihkirin.
ÇETEYA PARÊZGER SONEL
Tuncay Sonel ê ku di sala 2017’an de wekî parêzger û cîbicîkarê polîtîkayên şerê taybet hatibû erkdarkirin, dema hat bajêr tenê erka parêzgeriyê nekir. Sonel di heman demê de wekî qeyûm bû nûnerê yekane yê hem rêveberiya navendî hem jî ya herêmî. Bi profîla “ya min gotin e” bi sedan kesên muxalif bi îfadeyên şahidên nepenî û îtirafkaran da girtin; ji ber zextên giran bi hezaran ciwan neçar man bajêr biterikînin û hejmareke zêde ya ciwanan berê xwe da derveyî welat. Di bajarekî ku rêxistinbûna siyasî bi vî rengî hatiye tasfiyekirin de, dîtina zemînekî hêsantir ji bo bicihkirina torên narkotîkê bi destê dewletê, ne pêkan bû.
RÊYA SERGIRTINA SÛCAN: KONTROL
Pirsiyarek heye ku rola dewletê di vê pêvajoyê de bi awayekî herî eşkere datîne holê: Cografyaya Dersimê bi amûrên teknîkî, qereqol, kalekol û quleyan evqas hatiye dorpêçkirin; dema hêzên polîtîk û refleksekî civakî yê bi hêz hebû narkotîk, fuhûş û mirinên gumanbar pir kêm bûn, lê dema dewlet dibêje “ez her derî kontrol dikim” çima ev bûyer evqas zêde bûn? Bersiva vê pirsê zelal e; ji ber ku kontrol ne ji bo rêgirtina li sûc, ji bo birêvebirina sûc hate avakirin.
Gelê Dersimê yê ku bi komkujiyê nehat pişavtin, niha tê xwestin ku bi çete û narkotîkê bê tinekirin. Heke em fonksiyona stratejîk a narkotîkê ya li Dersimê di hevokekî de kurt bikin; narkotîk li Dersimê bi tevahî wekî çekekê tê bikaranîn.
Leza belavbûna metamfetamînê ya salên dawî, vê aliyê stratejîk bêtir diyar dike. Bikaranîna ku di nava xwendekarên zanîngehê de zêde bûye, hem di demeke kurt de kesayetê hildiweşîne hem jî di demeke dirêj de hesabê bêbandorkirina nifşê siyasî yê nû yê Dersimê dike. Ji bo veşartina vî hesabî, xwe spartina gotinên “bijareya kesane” an jî “pirsgirêka civakî”, mekanîzmaya herî bikêr a dewletê ya sergirtinê ye.
TIŞTÊN KU DOZA GULISTAN DOKU VEDIBÊJE
Mînaka herî tarî û bi her awayî hatiye belgekirin a polîtîkayên şerê taybet ên li Dersimê, aqûbeta xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ye. Doku ya 21 salî ku piştî di 5’ê Rêbendana 2020’an de ji wargehê (KYK) derket û winda bû, şeş salan wekî “winda” hate nîşandan. Malbata wê li her derî xist, lê her saziyeke dewletê derî li rûyê wan girt.
ÎFADEYÊN ŞAHIDÊ NEPENÎ
5 sal piştî windabûna Dokuyê, di Rêbendana 2025’an de şahidekî nepenî yê bi navê “Sibat” îfadeyek da tîmên JASAT’ê û got: “Gulistan Doku, danê nîvro yê roja windabûnê li herêma Viyaduka Sarî Saltukê, li otomobîla Mustafa Turkay Sonel ê kurê parêzgerê wê demê Tuncay Sonel hat siwarkirin û li wir hat kuştin.” Piştî vê îfadeyê dosya Doku ket tevgerê. Şahidê nepenî diyar kir ku Sonel êrîşa zayendî biriye ser Gulistanê, ew ducanî hiştiye û li Viyaduka Sarîsaltukê bi çekeke wekî “Uzi” an jî “Akrep” ji serê wê gulebaran kiriye û kuştiye; her wiha got ku laşê wê jî ji aliyê parêzvanê parêzger û cerdevanekî ve hatiye veşartin.
HER ASTEKE DEWLETÊ PARÇEYEKÎ KUŞTINÊ YE
Kadroya tam a vê makineya şerê taybet a ku lêpirsînê derxist holê bi vî rengî bû: Parêzgerê wê demê yê Dersimê Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel, polîs Gokhan Ertok, Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê Çagdaş Ozdemir, parêzvanê parêzger Şukru Eroglu, xebatkarê berê yê Îdareya Taybet a Bajêr Erdogan Elaldı; teknîsyenên kamerayan ên Zanîngeha Munzurê Suleyman Onal û Savaş Gulturk û Umut Altaş ê ku niha li DYA’yê ye û biryara lêgerînê li ser heye.
TORA ÇETEYÊ YA DI BIN PARASTINA SOYLU DE
Piştî girtina Parêzger Sonel, girtekên parlamenê jî ketin rojevê. Li gorî girtekan, Wezîrê Navxweyî yê wê demê Suleyman Soylu, di sala 2021’an de di Komîsyona Parlamenê de gotibû: “Di meseleya Gulistan Doku de em rastî tu cînayetekê nehatin” û “PKK û HDP hewl didin vê mijarê bikin siyasî”. Her wiha di bersiva ku bi îmzeya Soylu ji bo pêşniyarpirsa Parlamenterê CHP’ê yê Dersimê Polat Saroglu hatibû dayîn de, îfadeya “Hatiye fêmkirin ku îdiayên derbarê Parêzger Tuncay Sonel de bêbingeh in” cih digirt. Tê zanîn ku Sonel di dema Wezîrtiya Soylu de, beriya qeymeqamiya Kadikoyê, wekî parêzgerê Dersimê û piştre wekî parêzgerê Orduyê hatibû erkdarkirin. Ev nêzîkatî ne wekî tayînkirineke tesadufî, lê wekî têkiliyeke rasterast a sîwanê siyasî tê xwendin.
TORA FUHÛŞÊ YA LI DERSIMÊ EŞKERE BÛ
Di doza Gulistan Doku de hûrguliyeke din a balkêş heye ku nîşan dide têkiliya fuhûş û şerê taybet ne tenê ji dosyayekê pêk tê. Wekî ku beriya demeke kurt di çapemeniyê de cih girt, jineke bi navê B.T. li Dersimê serî li Serdozgeriya Komarê da û tora fuhûşê eşkere kir. B.T. diyar kir ku gelek karmendên dewletê jî di nava vê şebekeyê de ne, navên wan yek bi yek da û bi her hûrguliyê ve qala bûyerê kir.
LÊPIRSÎNA FUHÛŞÊ YA KU PÊŞ VE NAÇE
Ev îtiraf nîşan dide ku meseleya fuhûşê ya li Dersimê divê ne tenê di çarçoveya doza Gulistan Doku de bê girtin. Aqûbeta gilîkirina B.T. bi xwe jî pir balkêş e. Doz pêş ve naçe û derbarê karmendên dewletê de lêpirsîneke watedar nayê destpêkirin. Di rêze-dosyayên xwe yên berê de me anîbû ziman ku ev tablo ne tenê taybetî Dersimê ye; Şirnex, Dersim, Wan û Colemêrg di serê wan bajaran de ne ku polîtîkayên şerê taybet lê tên giran kirin. Di hemû van bajaran de gelek bûyerên destavêtinê yên ku kujer leşker û polîs in ketine tomaran, torên fuhûşê hatine deşifre kirin, lê doz an qet nehatine vekirin an jî bi salan hatine paşxistin.
XEFIKÊN KU JI BO XWENDEKARÊN JIN TÊN DANÎN
Şêwazê xebata tora fuhûşê ya li Dersimê, bi mînakên li bajarên din ên Kurdistanê re wekheviyên avayî nîşan dide. Xwendekarên jin ên zankoyê, bi rêya têkiliyên sexte yên li ser medyaya civakî, nêzîkatiyên li mekanên kafeyan û bi bikaranîna şikestokiya aborî ya kesan dikişînin nava van toran. Di qonaxên pêş ên ku bi navê “têkiliya evînî” dest pê dike, dîmenên zayendî tên tomarkirin û ev dîmen hem wekî şantaj hem jî ji bo neçarkirina fuhûşê tên bikaranîn.
ROJWELAT KIZMAZ: DOZA GULISTAN’Ê MEZIN DIBE
Sînorên doza Gulistan Doku’yê her ku lêpirsîn pêş ve diçe fireh dibin. Serdozgeriya Komarê ya Dersimê, nekarîbû xwe bigihîne tomarên HTS yên Rojwelat Kizmaz ku ji bo delîlan daxwaz kiribû. Rojwelat Kizmaz a ku dihat îdiakirin hevala herî nêz a Gulistanê ye, di sala 2024’an de cesedê wê li Bendava Heskîfê hatibû dîtin. Di çarçoveya doza Gulistanê de girtina vê mirinê ya di bin mercekê de, vê gumanê çêdike ku polîtîkaya şerê taybet a li Dersimê ne tenê jinekê, lê tevahiya tora derdora gelek jinan armanc girtiye.
NE TAKEKESÎ YE, RÊXISTINA SÛCÊ YE
Zanyariyên ku di bûyera Gulistan Doku de hatin eşkere kirin, di heman demê de careke din nîşan da ku ewlehî, daraz û saziyên dewleta Tirk çawa hilweşiyane. Di nava kar de parêzger, polîs, ewlehî û saziyên bajêr hene. Resmê ku nîşan dide ka sûcek bi hevkariya hemû saziyên dewletê çawa dikare bê veşartin, di vê bûyerê de careke din derket holê. Fuhûş û kuştina li Dersimê, bi eşkereyî nîşan dide ku ev ne berhema rêxistineke sûcê ya takekesî ye, berhema polîtîkayeke sîstematîk a dewletê ye.
XWENDEKARÊN ZANKOYA MUNZURÊ DI ARMANCÊ DE NE
Doza Gulistan Doku, tenê aliyekî pirsgirêka ajanîkirinê ya li Dersimê pêk tîne. Tevî ku bajar piçûk e, hebûna Zankoya Munzurê û dînamîka hejmara xwendekaran, vî bajarî ji bo operasyonên ajanîkirinê dike xaleke girîng a armancê. Li Dersimê ya ku di serê bajarên şerê taybet de tê, tê dîtin ku ev polîtîka herî zêde li ser xwendekarên jin tên meşandin. Rêbazên wekî şantaja zayendî, xistina daviya evînên sexte û tomarkirina dîmenan bi awayekî sîstematîk tên sepandin.
ZINCÎRA MIRINÊ
Daneyên teknîkî yên di dosyaya lêpirsîna Gulistan Doku de vê angaştê piştrast dikin. Zeinal Abakarov, hevalê berê yê Gulistanê ye û di nava kesên hatine girtin de ye. Zirbavê Abakarov, Engin Yucer ê ku polîsê berê ye û diya wî Cemile Yucer jî hatibûn girtin. Profîla vê malbatê, belgeyek e ku nîşan dide ka têkiliyên kesane û girêdanên organîk ên bi dewletê re çawa di nav hev de ne û çawa “têkiliya evînî” dikare veguhere zincîra ajanîkirin û mirinê.
Piçûkbûna Dersimê, hêsan dike ku ev tora ajanîkirinê zû di nava bajêr de belav bibe. Bêbaweriya ku di nava hawirdoreke civakî de ku her kes hev du dinase tê avakirin, bandoreke wisa dike ku hem kesan hem jî rêxistinbûna siyasî lawaz dike.
ALIYÊN TAYBET ÊN DERSIMÊ: SIRGÛN, KOÇBERÎ Û QADA VALAKIRÎ
Taybetmendiya bingehîn a ku polîtîkaya ajanîkirinê ya Dersimê ji bajarên din ên Kurdistanê cuda dike, ew e ku ev polîtîka rasterast ji hawirdora zexta siyasî ya serdema Tuncay Sonel xwedî dibe. Di serdema Sonel de bi dehan operasyonên girtinê yên li ser îfadeyên şahidên nepenî û îtirafkaran hatibûn kirin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran ciwan an hatin şandin girtîgehê an jî di bin zexta giran de neçar man bajêr biterikînin û koçî derveyî welat bikin.
KOÇBERIYA GIRSEYÎ Û AJANÎKIRIN
Vê koçberiya girseyî, ji bo ajanîkirinê li Dersimê zemînekî pir guncav ava kir. Ciwanên ku bajar terikandine lê têkiliya xwe bi malbata xwe re didomînin, bi rêya şikestokiya xwe ya aborî û psîkolojîk dibin armanca yekîneyên dewletê. Gotina klasîk a ajanîkirinê ya wekî “Ji bo malbata te serbest bibe tu jî alîkariya me bike”, di taybetmendiya Dersimê de li dijî kesên ku di nava dubendiya “revîn an jî hevkariyê” de asê mane, wekî amûreke zextê ya bi bandor tê bikaranîn.
PARANOYAYA KU HAWIRDORA BÊBAWERIYÊ BÛYE SEDEM
Ji bilî vê, sîstema îtirafkariyê ya ku di serêma Sonel de hat sepandin, vîruseke cidî ya bêbaweriyê xist nava civakê. Di hawirdoreke ku pirsên “kî îtirafkarê kî ye, kî ajanê kî ye?” hêdî hêdî vediguhere fikarên paranoyak de, zemînê rêxistinbûna siyasî û piştevaniya civakî bi awayekî cidî teng bû. Dewletê beşeke mezin a mihîmatê ji vê hawirdora bêbaweriyê girt. Di bajarekî ku bi qereqol, kalekol, qule û amûrên teknîkî evqas hatiye kontrolkirin de çima narkotîk û fuhûş zêde dibe? Ji ber ku kontrol ne ji bo rêgirtina li sûc, ji bo birêvebirina sûc tê bikaranîn.
DI TAYBETMENDIYA DERSIMÊ DE SÊ RÊBAZÊN BINGEHÎN ÊN AJANKIRINÊ
Yekem: Xefika ku bi navê têkiliya evînî tê danîn. Di vê rêbazê de, zilamên girêdayî yekîneyên dewletê an jî sîvîlên ku ew wan bi rê ve dibin, li ser medyaya civakî û li kampusan xwendekarên Zanîngeha Munzurê yên welatparêz an jî xwedî hestiyariya siyasî dikin armanc. Di nava têkiliya ku bi demê re bawerî tê de ava dibe, têkiliyên zayendî tên tomarkirin û piştre ev tomar dibin amûrê şantajê. Profîla Zeinal Abakarov a di doza Gulistan Doku de û avahiya malbata wî ya polîs, nîşan dide ku ev rêbaz ne tenê “evîndariyeke tesadufî”, lê daviya hatiye hûnandin e.
Duyem: Ji rê derxistina bi rêya şikestokiya aborî. Kesên ku neçar mane ji bajêr koç bikin an jî tê zanîn ku malbata wan di tengasiya aborî de ye, bi gotina “em ê piştgiriya aborî bidin te û malbata te, tu jî alîkariya me bike” nêzî wan dibin û bi demê re wan neçar dikin ku derbarê kesên bi tevgerê re têkildar in agahiyan bidin.
Sêyem: Zexta civakî ya ku bi rêya sîstema îtirafkariyê hatiye avakirin. Di vê rêbazê de ku di serdema Sonel de gelek caran hat rojevê, îfadeyên kesên ku berê hatine xapandin an jî bi zexta girtinê bûne îtirafkar, dibin hinceta girtinên nû û koçberiya ji bajêr. Ev mekanîzmaya sêalî, ajanîkirinê li Dersimê ne tenê wekî pirsgirêka xiyaneta kesane, lê wekî polîtîkayeke sîstematîk a îmhayê ya ku tevna siyasî ya bajêr parçe dike, bi kar tîne.
ÇETEBÛN Û ZÊDEBÛNA TUNDIYA BÊDENG A LI BAJARÊ BIÇÛK
Çetebûna li Dersimê, hîna negihîştiye asteke eşkere û belgekirî ya wekî Amed an jî Wanê. Piçûkbûna bajêr û hestiyariya bilind a kontrola civakî, dibe sedem ku faliyetên çeteyan hinekî veşartî bimînin. Lê ev bêdengiya xuya, ne nîşana nebûnê ye, nîşana pêvajoyeke ku kûr dibe ye.
Bi taybetî piştî sala 2016’an, di şahidiyan de hatibû gotin ku bûyerên asayîşê yên fikarên esnafan zêde dikin zêde bûne û hinek kafe û mekan bi trafîka narkotîkê re têkildar in. Çeteyên nifşê nû, li Dersimê jî mîna bajarên din ên Bakurê Kurdistanê, hewl didin ciwanên li pêşiyê bi rêya medyaya civakî, sozên pereyan û gefan bikişînin nava xwe.
Tabloya ku di doza Gulistan Doku de derket holê, aliyê çetebûnê yê li Dersimê ji perspektîfeke cuda nîşan dide. Zincîra sergirtinê ya ku tê îdiakirin bi kordînasyona parêzvanê Walî Sonel, polîsê îxraçkirî, serbijîşkê nexweşxaneyê û teknîsyenên zanîngehê hatiye meşandin, avahiya çetewarî ya di nava dewletê de radixe ber çavan. Ev avahî, rûyê heman hişmendiyê ye ku li kolanan torbekaran bi kar tîne. Mafya, pereyên qirêj an jî yên reş, yên ku behîsê didin lîstin, serokên rêxistinên sûcê yên organîze di bin parastina dewletê de ne û bi pişta xwe sipartina dewletê, fuhûş û narkotîkê bi awayekî organîze pêş dixin.
XETA SOYLU-SONEL: ZINCÎRA SERGIRTINÊ YA HIYERARŞIYA DEWLETÊ
Aliyekî din ê siyasî yê doza Gulistan Doku, derketina holê ya tora girêdanê ye ku ji Tuncay Sonel heta hiyerarşiya dewletê dirêj dibe. Ev girêdan, ji sûcê parêzgerekî tenê derbas dibe û sîstemekê nîşan dide. Suleyman Soylu, Sonel rasterast ji qeymeqamiya Kadikoyê tayînî Parêzgeriya Dersimê kiribû. Ev nêzîkatiya organîk a Sonel a bi Soylu re di girtekên parlamenê de cih girtiye û îfadeyên Soylu yên ku Sonel paqij nîşan dide, di Avrêla 2026’an de careke din hatin rojevê. Soylu, di sala 2021’an de li pêşiya komîsyona lêkolînê gotibû “Em rastî kuştinekê nehatin” û Sonel paqij nîşan dabû.
Ev aliyê dozê nîşan dide ku polîtîkaya şerê taybet a li Dersimê ne tenê meseleya “parêzgerekî xirab” e, ev zincîr heta herî jor dirêj dibe. Ku parêzgerek bikaribe fermana mirinê bide, tomarên kamerayan bên jêbirin, raporên nexweşxaneyê bên tinekirin, polîsek bikaribe daneyan tarî bike û ev hemû şeş salan bên veşartin; nîşaneya herî fireh e ku belge dike ka saziyên dewletê çiqas kûr bûne şirîkê vî sûcî.
JI 1937’AN HETA 2020’AN ŞERÊ BÊNAVBER
Ji bo fêmkirina Dersimê, pêdivî heye ku em li bîra dîrokî binêrin. Di 1937-38’an de dewletê hewl da Dersimê bi awayekî fîzîkî îmha bike. Bombebaran, komkujî, sirgûna bi zorê û desteserkirina zarokan ji bo guhertina nasnameyê. Sidika Avar piştî qirkirinê jî li gundên Dersimê geriyabû, li ber deriyê mirovan razabû, zarokên wan girtibû û ji bo asimilekirinê ew winda kiribû. Ev barê dîrokî, nêrîna dewletê ya li hemberî Dersimê diyar dike û îro jî biniya polîtîkayên ku tên meşandin ava dike.
Windakirina Gulistan Doku ya di sala 2020’an de, bû sembola vê berdewamiya dîrokî. Jineke ciwan ji bo li Zanîngeha Munzurê bixwîne hatibû. Parêzger ku nûnerê herî bilind ê dewletê yê li bajêr e, bi tora têkiliya organîk a li ser wê, hem ji bo sûcê zayendî, hem kuştin û hem jî ji bo sergirtinê di nava vê avahiyê de cih girtibû. Parêzvanê parêzger, polîs, serbijîşkê nexweşxaneyê, teknîsyenên kamerayan ên zanîngehê di gavekê de ketin dewrê û delîl tine kirin. Şeş salan malbat hat bêdengkirin, hat piçûkxistin û wekî “propagandakarê PKK’ê” hate îlankirin.
Ev tablo rave dike ku çima polîtîkayên narkotîkê, fuhûş û ajanîkirinê yên li Dersimê evqas berdewam in. Dewlet ne tenê cîbicîkarê van polîtîkayan e, di heman demê de ew e ku nahêle hesab ji wan bê pirsîn. Dewlet bi hemû saziyên xwe, rola dûrxistina civakê ji avahiyên polîtîk û rêxistinî girtiye ser xwe. Berxwedana li dijî vê rolê li Dersimê, ji aliyê dîrokî ve hem ya herî bi hêz e hem jî çanda berxwedanê ya ku bi berdêlan hatiye dayîn e.

