Li eyaleta Iturî ku dikeve başûrê Komara Demokratîk a Kongoyê şewba Ebolayê hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniya ku ji hêla saziya tenduristiyê CDC Efrîka ve hat dayîn, heta niha ji ber şewba Ebolayê 4 mirin bi testên laboratuarê hatine piştrastkirin. Rayedaran, her wiha ragihandin ku 246 nexweşên vê şewbê hatine tespîtkirin û hat gotin ku 65 ji van bi mirinê encam bûne.
Li gorî daxuyaniyê, şewba Ebolayê di 13 ji 20 nimûneyên ku li paytext Kinshasa hatine lêkolînkirin de hatiye tespîtkirin. Her wiha hat gotin ku li paytexta Iturî Buniayê jî gumana şewbê hene û ji bo piştrastkirinê xebat didomin.
Rayedarên CDC Efrîka, ragihandin ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna şewbê, dê civînek koordînasyonê ya awarte bi Komara Demokratîk a Kongoyê, Uganda û Sûdana Başûr re were lidarxistin.
Şewba Ebolayê bi rêjeya mirina xwe ya zêde tê zanîn. Di 50 salên dawî de li Efrîkayê bi qasî 15 hezar kes ji ber şewba Ebolayê mirine.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, di navbera salên 2018 û 2020’an de şewba Ebolayê bi qasî 3 hezar û 500 kes nexweş xistin û di encamê de bi qasî 2 hezar 300 kes mirin.
Şewba heyî 17’emîn şewba Ebolayê ye ku li welêt ji sala 1976’an vir ve dertê holê. Şewba berê di Tebaxa 2025’an de dest pê kir û bû sedema mirina 34 kesan.
Şewba Ebolayê bi rêya şilavên laş belav dibin. Nîşaneyên nexweşiyê germahiya bilind, vereşîn, îshal û xwînjêçûn in. Pispor, dibêjin ku piştî nîşaneyên şewbê dertên holê, nexweşî belav dibe.

