Baroyên Semsûr, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Dersim, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê yên li Kurdistanê, têkildarî biryara ‘bûtlana mutlaq’ a li ser CHP’ê hatî tayînkirin, daxuyaniyek nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her cure mudaxileya li dijî fealiyetên siyasî, li dijî pîvanên hiqûqa gerdûnî û Zagona Bingehîn e û wiha hate gotin, “Li gorî Zagona Bingehîn û Qanûna Partiyên Siyasî biryardayîna têkildarî desteya partiyeke siyasî ka li gorî hiqûqê ye yan na, di qûralên hilbijartinê û Desteya Hilbijartinê ya Bilind de ye. Lewma ji vî alî ve jî biryara navborî, bi eşkere derhiqûqî ye.
Weke baroyên herêmê em ji raya giştî re radigihînin ku em ê di her şert û mercî de bibin şopdarê parastina pîvanê dewleta hiqûqê, mafên esas û azadiyan.”

