-Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
– Hiqûqnas Giovanni Russo Spena bal kişand ser wê yekê ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê “mafê hêviyê” bixe meriyetê û got: “Sepandina vê prensîbê, ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê girîngiyeke jiyanî ye.”
-Hîndekara DEMOS û Zanîngeha Derby Dr. Nîsan Alici, destnîşan kir di gavên bingehîn ên wekî pêkanîna statuya qanûnî ya pêvajoyê û berdana girtiyên siyasî de jî pêşdeçûnek pêk nehatiye.
-Rapora nerîna pisporan balê dikşîne ser xetereyên projeya JES’ê ya ku ji bo gundê Ilipinar a Kanîreşê tê plankirin û hat diyarkirin ku proje wê hem zirarê bide gelê herêmê û hem jî çavkaniyên avê.
-Di navendên Kurdistan û Tirkiyeyê de çalakiyên girtî û xizmên windayan bên şopandin.
– Her şehadetek mîrateyek e, her merasîmek sozek e… Ji Xebat Dêrik bigire heta Ziyad Heleb di 14 salan de bi hezaran şervanan ji bo Şoreşa Rojava bedelên giran dan û şoreşê wekî mîratekê ji me re hiştin.

