Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê çalakiya “Rûniştina F”yê di hefteya 739’emîn de li pêşiya avahiya komeleya xwe ya navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Emrah Nebîoglû yê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankertên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû bê berdan” û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin. Daxuyanî ji aliyê endama ÎHDa Enqereyê Nûrey Çevîrmen Aykol ve hate xwendin.
Nûray Çevîrmen Aykol diyar kir ku saziya wan ji dema ku hatiye damezrandin ve ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe têdikoş e û wiha axivî: “Em di hefteya 739’emîn de ya ‘Runiştina Fyê’ de rewşa Emrah Nebîoglu yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û ji sedî 94 astengdar e parve dikin. Emrah Nebîoglû girtiyê nexweş e. Emrah Nebîoglû ji serê xwe birîndar e, bi sedema vê jî ji aliyê çepê yê laşê xwe ve felc e û her wiha nexweşiya wî ya gurcikê û tansiyona zêde heye. Bi sedema nexweşiyan êdî baş nikare bibîne û nikare bibihîze. Ji ber ku nayê tedawîkirin rewşa wî her ku diçe girantir dibe. Emrah Nebîoglû berî were girtin, Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê rapora astengdariyê dabû wî. Malbata Emrah Nebîoglû herî dawî berî 3 mehan bi Emrah Nebîoglû re hevdîtin pêk aniye. Li gorî agahiyên malbatê dane; ji ber sedemên nexweşiyan her ku diçe kîlo dide û nayê tedawîkirin. Malbat diyar kir ku agahî nedane dayika wî. Ew her roj li rewşa kurê kurê xwe dipirse. Em jî li vir bang dikin divê Emrah Nebîoglû tavilê bê berdan.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 611’emîn de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate rakirin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” hatin berzkirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de li rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici hate pirsîn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHDê Bariş Barişik ve hate xwendin.
Bariş Barişik anî ziman ku girtiyê nexweş Mehmet Çagrici tevî ku nexweşiyên giran lê peyda bûne jî nayê berdan û wiha got: “Mehmet Çagrici li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Espiyê ya Giresunê tê ragirtin û girtiyek nexweş e û rewşa wî jî giran e. Nexweşiyên wî yên weke hipertansîyon, dil, fitiqa piştê û hemoroyîdê lê peyda bûne. Divê nexweşiyên wî li nexweşxaneyê bi rêk û pêk û di bin çavdêriya bijîşkên pîspor de bê şopandin. Di 27’ê Nîsana 2026’an de tansiyona wî zêde bûye û wî nebirine nexweşxaneyê û lêgerîna nava dev lê ferz kirin e. Ji ber nexweşiya xwe ya fitiqa piştê divê doşeka ortopedîk bi kar bîne lê di girtîgehê de ev derfet jê hatinê girtin û rakirine mexzenê. Daxwazên me zelal in, divê Mehmet Çagrici teqez bê berdan. Nexweşekî ku rewşa wî giran û her ku diçe dijwartir dibe. Li girtîgehê ne pêkan e ku were tedawîkirin. Muameleya li dijî rûmeta mirovî rewşa wî xirabtir dike. Em bang li hemû saziyên peywendîdar dikin ku mafê tenduristiyê wî mîsoger bikin û dawî li lêgerîna nava dev bê anîn. Çareseriya herî rast ew e ku Mehmet Çagrici demildest bê bardan.”

