Biryara “Bêhukmiya Teqez” a ku têkildarî Kongreya Asayî ya 38’emîn a CHP’ê hate dayin ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêmê ve 21’ê Gulanê hate erêkirin û biryar hate dayin ku Kemal Kiliçdaroglû û tîma wî wezîfeyê bigirin ser xwe.
Biryar li nava raya giştî bû sedema nerazîbûneke mezin. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk anî ziman ku ti gotineke desthilatdariyê nîne ku ji civakê re bibêje, lewma gavên bi vî rengî diavêje û li ser biryara bêhukmiya teqez ji ajansa me re axivî.
Ozturk bi bîr xist ku “Bêhukmiya Teqez” di zimanê hiqûqê de tê wê wateyê ku “Karek ji destpêkê ve nebûye” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di doza li dijî kongreya CHP’ê de ya ku hate xwestin bi vî rengî ye: Tinehesibandina hilbijartina ku bi îradeya partiyê hate kirin. Wateya vê ya siyasî jî bêguman heye, ne tenê wateya xwe ya hiqûqî. Desthilatdariya AKP’ê gihîştiye wê astê ku karê bi hilbijartinê, pêvajoyên demokratîk, îradeya gel û dawiya dawî jî hilbijartinên li kongreya Partiya Gel a Komarê nikaribe qebûl bike.
Destwerdaneke bi vî rengî ya bi destê dadgehê li nava karên navxweyî yê partiyekê ku ew partî di asta damezrîner de ye, di dîroka Komara Tirkiyeyê de mînakeke wê nehatiye dîtin. Ya ku ev kir jî ew desthilatdarî ye ku bi salan e bi gotina ‘îradeya gel’ dest bi her gotina xwe dike. Ya rast, tê dîtin ku gotinek, sozeke wan nema ye ku bidin civakê. Di nava bêçaretiyê de biryareke bi vî rengî dan.
Ji niha û pê ve wê çi bibe? Bi dîtina min wê nerazîbûna hemû beşên alîgirê demokrasî û kedê bersiva vê yekê bidin. Di pêvajoya piştî 19’ê Adarê de bi saya girseyên gel ên bi rojan li Saraçhaneyê li hev civiyan, dîtin ku tayînkirina qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ne karekî hêsan e. Desthilatdadriya siyasî hemû namzetên muxalefetê dide girtin, qeyûm datîne ser şaredariyan û dike ku demokrasiya parlamenter bixitime.
Ev rewş ji bo AKP’ê bi xwe jî zehmet e; dawiya dawî ev rêveçûna nebaş bi destê wê tê kirin. Dema ku we her tişt nerewa ragihand, piştî demekê wê rewatiya we jî têk biçe.”
‘DESTWERDANA LI CHP’Ê PÊVAJOYA AŞTIYÊ JÎ ZEHMET DIKE’
Ozturk diyar kir ku biryara hatiye dayin nabe ku tenê bi hilbijartinê bê vegotin, ev yek astengiyek li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd e û got, “Aliyekî din ê meseleyê heye. Tirkiye di heman demê de ji bo çareseriya meseleya Kurd û pêkanîna aştiyeke mayinde di asteke dîrokî û krîtîk de ye. Di rewşeke welê de ku destwerdan li CHP’ê dewam dike, hêsan nîne ku pêvajoya aştiyê bi rengekî çêker bê meşandin. Di heman demê de heta ku pêvajoya aştiyê li ser piyan bimîne, dewmakirina van zextên li ser muxalefetê jî zehmet dibe. Em bi kîjan pîvanî li ber zextên li HDP û DEM Partiyê rabûn, îro jî bi heman rengî li ber zextên li ser CHP’ê radibin.
Divê têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna aştiyê û têkoşîna çîna karker îro bi hev re bêne meşandin. Bi her kesên alîgirê demokrasî û çîna karker em ê di vê pêvajoyê de têkoşîneke pir alî bimeşînin.”

