Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin
Rojane

Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

Di rûniştina dawî ya “Konferansa Di Sedsala Duyemîn De Veguherîna Komara Demokratîk a Komarê” de, hate destnîşankirin ku divê komara demokratîk li ser bingeha wekeheviya civakî û azadiyê ji nû ve bê avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê ‘Konferansa di Sedsala 2’emîn de Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ di roja 2yan de berdewam dike. Di roja 2’yan a konferansê de siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyên û kesên navdar li ser mijarên pê re eleqadar in nirxandin kirin.  Li cihê konferans hat li darxistin bi gelek zimanan pankartên li ser navê konferansê dinivisî hatin daliqandin.

Piştî rûniştinan konferans bi beşa forûmê berdewam kir. Di beşa forûmê ya ku Kuban Kural moderatoriya wê kir û mijara, “Komara kîjan kesî ye, pêşerojeke çawa?” hat gotûbêjkirin. Neslihan Acar ku li ser mijara, “Karker çawa ji hemwelatiyê hatin derxistin?” axivî li ser têkoşîna karkeran rawestiya û got: “Dewlet bi amûrên çewisandin û hiqûqê zextê li civakê dike û bi vê yekê wekheviya hiqûqê jî ji holê radibe.”

Rojnameger Yildiz Tar jî li ser mijara, “Tenêtiya sedsalan: Komar û rastiya LGBTÎ+ û lêgerîna çareseriyê ya sedsala nû” rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Dema em ji dîrokê ve jî lê dinerin kesên LGBT+ ji berê de hebûn. Ew pergal di kesayetan de şermê ava dike û derveyî civakê dihêle. Bi pakêta darazê ya 12an ve kesên LGBT+  yên şerm nakin û daxwaza mafê xwe û wekheviyê dikin ji cezayê girtîgehê ve rû bi rû ye. Yekperestiya komarê bûye sedema dijminatiya LGBT+ û di demên pêş de jî LGBT+ weke mijara pêkenokê hatin destgirtin. Demokratîkbûyîn bi derbaskirina tirsê pêktê. Ji bo wê jî di civaka demokratîk de kîjan nirxên civakê dê cih bigirin û divê em bi hev re diyar bikin û hevjiyaneke hevpar ava bikin.”

‘DIVÊ JIN XWEDÎ LI MAFÊN XWE DERKEVIN’

Siyasetmedara Kurd Dîba Keskîn ku li ser mijara, “Di pêşerojeke çawa de komara demokratîk ji jina oldar re çi pêşkêş dike?” anî ziman ku di sedsala derbasbûyî de komarê tiştek neda netewe û baweriyan û wiha pê de çû: “Komar ku li ser laîkbûnê avabû jinên sergirtî xistin pişt perdeyê. Ji aliyekî ve tarîkatan jin xistin pişt perdeyê ji aliyê din ve jî komarê jinên sergirtî weke ne ‘makbul’ pênase kir û pişt perde kir. Heke jin ji komara demokratîk nestînin, komar demokratîk be jî zilamên di nava komara demokratik de tiştek nadin jinan. Divê jin mafên xwe baş bizanibin. Komara demokratîk ji bo jinan kirdebûnê û di hemû qadên jiyanê de îradebûnê pêşkêş dike. Lê heke em xwedî li van mafên xwe dernekevin dikarin ji destê me bigirin. Tu jin divê ne li gor şêx û melêyan û bîrdoziyan; dê serê xwe bigire an serê xwe vebike, dê çawa bijî bixwe biyar bide. Di dîroka cîhanê de jî di dema têkoşînê de jin bi qastî zilman di têkoşînê de cih digirin lê piştî serkeftinê, dema ku dor tê desthilatiyê cih nadin jinan. Ji bo wê em weke jin xwedî li maf, hebûn û keda xwe dernekevin di komara demokratîk de jî destkeftiyên me dikarin ji destê me bigirin.”

Ayşegul Altinay ku li ser mijara,” Bi hevgirtina cîhanî aştiyê tevnandin” axivî bi lêv kir ku piştî komarê gelek netewe û bawerî rastî pişaftinê û helandinê hatin û li ser rewşa Ermenan rawestiya û qala serpehatî û bîranînên xwe kir.

Mehmet Ugur Korkmaz li ser mijara, “Ma komara gel pêşerojê ji ciwanan re dihêle?” axivî û ev tişt gotin: “Dewlet ji Parka Geziyê bigire heta Kurdistanê bi tang û topên xwe êriş kir. Dema ciwan polîtîk dibin jî rastî tundiya dewletê tên.”

Piştî axaftinan konferans bi dawî bû. Encamnameya konferansê dê ji raya giştî re bê parvekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir
Nûçeya Pişt re Di Konferansa “Veguherîna Demokratîk de, banga demokratîk ji bo sedsala nû hat kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karwana Dayikan gihîşt Bremenê: Bi Jin Jiyan Azadî re banga aştiyê kirin

Baskê bakur ê "Karwana Dayikan" di çarçoveya rêwîtiya xwe ya ji Hamburgê ber bi Berlînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê gelek caran erd hejiya

Li Derya Marmarayê li pey hev gelek caran erd hejiya. Erdheja destpêkê 3.9 pile, ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêdayê êrîşa li ser cotkaran: 5 kes hatin qetilkirin

Li Siwêdayê cotkar dema ku zeytûn berhev dikirin hatin gulebarankirin. Di êrîşê de 5 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

‘Ji ber guherîna avhewayê divê rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Yekîtiya Xwendekaran: Em ti carî qebûl nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bolsonaro yê di hilbijartinê de winda kir ji Brezîlyayê reviya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?