Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serdanên nobeda Dayikên Aştiyê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayên zext û darvekirinê didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêbertiya me azad nebe, aştî nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCÊ-E’yê piştgiriya ji bo entegrasyonê û banga naskirina mafên Êzidiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Arîfe Çinar: Mitîngên Azadiyê, nîşandayîna îradeyê ye
Rojane

Arîfe Çinar: Mitîngên Azadiyê, nîşandayîna îradeyê ye

Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar banga tevlîbûnê ji bo “Mitînga Azadiyê” ku wê di 28’ê Hezîranê de li Stenbol Bagcilarê were lidarxistin kir û diyar kir ku divê mitîng di heman demê de wekî nîşandayîna îradeyê were dîtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Tirkiye û Kurdistanê di 27-28’ê Hezîranê de bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî”, Mitîngên Azadiyê werin lidarxistin. Amadekariyên ji bo mitîngên ku wê bi banga Platforma Saziyên Demokratîk pêk were, hatin destpêkirin.

Tê payîn ku tevlîbûneke girseyî ji bo mitîngên ku wê Wan, Amed û Mêrsînê werin lidarxistin, çêbibe. Mitînga li Stenbolê wê li Bagcilarê were lidarxistin ku piraniya şeniyên wê Kurd in û pêkanînên şerê taybet her roj zêdetir dibe.

Xebatên ji bo mitînga ku wê li Qada Bagcilarê were lidarxistin, destpê kir. Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar, di nirxandina xwe ya têkildarî mitîngê de diyar kir ku wê gel ji bo avêtina gavên şênber bang bike.

‘BIRÊZ OCALAN BANGEKÎ KU ZÎHNIYETA TEKPARÊZ DERBAS DIKE, KIR’

Arîfe Çinar destnîşan kir ku banga Rêber Apo a di 27’ê Sibatê de girînge û wiha got, “Birêz Ocalan bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a di 27’ê Sibatê de, li ser guhertina qanûnên dewletê perspektîfekî pêşkêş kir. Ji ber ku heta roja îro di zîhniyeta dewlet-netewê de zîhniyetekî tekparêz ku gelê Kurd, bawerî û jinan înkar dike, serwer bû û ji ber vê zîhniyetê şerekî 52 salî hebû. Em ji pêvajoyeke ku gelê Kurd bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd hebûna xwe nîşan dide, derbas dibin.

Banga Birêz Ocalan, vê zîhniyeta tekparêz derbas dike, li ser naskirina hebûna gelan, baweriyan û gelê Kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.

Pêvajoya muzakereyê ku nêzî 20 meh in dewam dike, heye. Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de bi hevparbûna rêxistina xwe gavên şênber avêt. Lê em îro di qonaxekî de ne û divê ev qonax were derbaskirin. Ger pêvajoyekî muzakereyê hebe û aliyekî gavê diavêje, divê dewlet jî gavên şênber biavêje.

Birêz Ocalan sermuzakerevanekî ye; têkoşîna wî îradeya gelê Kurd jî derbas dike û li van xakan têkoşîna wekhevî û pêkanîna aştiyê ye. Ji bo ku pêvajo pêşve biçe, divê şert û mercên Birêz Ocalan werin başkirin, statuya wî were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Em vê mitîngê ji bo ku ji dewlet û rayedaran re bibêjin ‘divê êdî gavên şênber bên avêtin’ pêk tînin.”

‘BAGCILAR HERÊMEKÎ KU GELÊ KURD PIR LÊ DIJÎN’

Arîfe Çinar diyar kir ku ev demeke dirêj e ku li Bagcilarê mitîng nayê lidarxistin û anî ziman ku ji ber li herêmê nifûsa siyasî ya Kurd zêde ye, bi taybet hatiye hilbijartin û wiha got, “Ev demeke dirêj bû ku li Bagcilarê mitîngekî navendî nedihat kirin. Me bi gelemperî qadên mezin yên mitîngê yên wekî Kadikot, Kartal û Yenîkapiyê hildibijêrin. Lê Bagcilar herêmekî ku nifûsa gelê Kurd lê zêde ye. Ji ber ku me demekî dirêj e li navçeyeke wekî Bagcilarê çalakî li dar nexistiye, me vê derê hilbijart.”

‘MITÎNG NÎŞANDAYÎNA ÎRADEYÊ YE’

Arîfe Çinar anî ziman ku hin alî bi israr hewl didin têgihîştineke ku qey di navbera Rêber Apo û gelê Kurd de navbereke mezin heye çêbikin û diyar kir ku ev mitîng wê bibe bersiv û di heman demê de bibe nîşaneyekî îradeyê.

Arîfe Çinar got, “Aliyên cuda dikarin hizrên dijber îfade bikin, lê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd ê ku hem li Kurdistanê û hem jî li metropolan jiyan dikin, perspektîfekî demokratîk pêşkêş kiriye. Ji ber vê yekê îradeya gelê Kurd e. Mitînga ku em li dar bixin; ji bo başkirina şert û mercên îradeya me, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û afirandina şert û mercên wekhev ên xebatê, be.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Anna Busl: Pergala penaberiyê ya nû ya YE’yê, wê windahiyên maf ên cidî çêbike
Nûçeya Pişt re Li Fransayê hişyariya germa zêde: 60 bajar di bin hişyariya xetereyê de ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Paqijiya etnîkî: Dewleta Tirk 600 kesên din li Girê Spî bi cih kir

Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkayên xwe yênk guhertina demografiyê de 600 penaberên Sûriyeyî bi darê…

Ji aliyê Stêrk TV

Senetor Graham hişyarî da Tirkiye û Şamê: Hilbijartina xwe bikin bi aqilane bikin

Senatorê Paratiya Komarparêz a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bertek nîşanî êrîşa li ser Helebê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî sedana şîna şehîdên li Nisêbînê hat kirin

Ji bo gerîlayê HPG'ê Ferhat Demîr (Dengtav Amed) li Garê û şervanê QSD'ê Bîlal Tûtal…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Serdanên nobeda Dayikên Aştiyê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana çalakiya Dayikên Aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îranê cezayên zext û darvekirinê didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Heta ku Rêbertiya me azad nebe, aştî nabe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?