Şemî, 20 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgirê şaredar û 4 kesên din hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edene û Mêrsînê xebatên ‘Mîtînga Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arîfe Çinar: Mitîngên Azadiyê, nîşandayîna îradeyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Anna Busl: Pergala penaberiyê ya nû ya YE’yê, wê windahiyên maf ên cidî çêbike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Sûat Sari û Mesût Arslan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê: Em ê azadiyê bi têkoşîna birêxistinkirî bidestbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Di muzakereyan de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêr û Bexdayê peyman li ser sîstema ASYCUDA hate îmzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê dan ciwanê 18 salî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kasim Erecî û Bafil Talebanî li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: ‘Krîza mêrtiyê’ sedema zêdebûna kuştina jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji Srî Lankayê heta Kurdistanê polîtîkayên qirkirina ekolojîk
Rojane

Ji Srî Lankayê heta Kurdistanê polîtîkayên qirkirina ekolojîk

Li du aliyên cuda yên cîhanê du gelên cuda. Lê heman rêbaz, heman amûr, heman armanc. Tiştê ku li Tamil Elam a Srî Lankayê diqewime û tiştê ku li Bakurê Kurdistanê diqewime dişibin hev û ev ji tesadufê wêdetir nîşaneya hevpariya avaniyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Qirkirina ekolojîk, an jî ekoqirkirin, stratejiyek e ku dihêle ku mirov bêyî rasterast serî li tundiya çekdarî bide, bi wêrankirina qada jiyanê, av, erd, daristan û çavkaniyên xwezayî bên tunekirine. Ev stratejî tenê bi rêya pirsgirêkên jîngehê pêkan e. Ew rasterast bi mafê hebûna gelan ve girêdayî ye. Wêrankirina qada jiyanê ya gundî, şivan, cotkar û mêşvanê Kurd, wan ber bi bajaran ve şandin û ji axa qutkirin û tunekirina têkiliyên çandî-ekolojîk ên ku wan bi sedsalan parastine, xeleka temamker a pêvajoya qirkirinêye.

Dewleta Srî Lankayê bê qonaxa dawî ya polîtîkayên  qirkirina ekolojîk çawa li ser gelê Tamîlî meşand û dewleta Tirk çawa xwdî li vê ezmûnê derket, bingeha dosyaya me pêk tînin.

MODELA SRI LANKAYÊ

li Srî Lankayê piştî nijadperestiya Sînhalayê desthilatdariya dewletê desteser kir û piştre gelê Tamîlî  bi dehan salan polîtîkayên cudakarî û tundûtiyaê re rû bi rû ma. Tamîlên ku bi piranî li bakur û rojhilatê Srî Lankayê dijîn, di serî de li Vanni mafên xwe yên li ser erd, daristan û çavkaniyên avê her ku çûn winda kirin.

Qonaxa dawî ya şerê navxweyî ku di sala 2009’an de bi dawî bû, li perava Mullivaikkal komkujî çêbûn, ligel şewitandina daristanên Vanni, li herêmên Kilinochchi û Mullaitivu erdên çandiniyê û kanalên avê hatin tunekirin. Piştî bidawîbûna şerê çekdarî, dewleta Sinhalayê bi polîtîkayên ‘piştî aştiyê’ erdên geş desteser kir, daristan û perestgehên Budîst  dewrî saziyên dewletê kir û koçberên ji Başûrê Srî Lankayê li herêmên Tamîlî bi cih kir. Bi taybetî aliyê jîngehê yê van polîtîkayan balê dikşîne. Wêrankirina daristanan hem bû sedema wêrankirina ekolojîk û hem jî jêbirina bîra dîrokî ya herêmê. Gundên ku bûne cihên dîrokî yên gelê Tamîlî,  daristanên pîroz û rêyên avê bi fîzîkîji holê hatin rakirin û ev yek wekî şêweya şênber a qirkirina çandî pêk hat.

PIŞTÎ ŞER DESTESERKIRINA EKOLOJIYÊ

Artêşa Srî Lankayê piştî îer bi dawî bû kontrola xwe li ser parçeyên berfireh ên erdê li herêma bakur û rojhilat domand. Hebûna yekîneyên artêşê li herêmê berdewam kir û ev tê wateya sînordarkirina gihîştina deryayê ji bo civakên masîgiran, çotkar nikarin xwe bigihînin erdên  çandiniyê û bi hinceta herêmên ewlehiya bilind qadên daristanê yên berfireh ji karanînê hat derxistin.

Çavdêrên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku bi desteserkirina erdan re armanc dikin ku hejmara Tamîlan ji hêla aborî ve têk bibin û wan neçarî koçberiyê bikin. Gelek malbatên Tamîlî nikarin vegerin erdên bav û kalên xwe, an jî piştî vegriyan dîtin ku ev erd veguherandine qadên leşkerî an projeyên nû yên bicihbûnê.

NEXŞEYA QIRKIRINA EKOLOJIYA KURDISTANÊ

Polîtîkaya santralên hîdroelektrîkê (HES) ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandin tenê ne pirsgirêkek enerjiyê ye. Bi sedan projeyên HES’ê ku bi taybetî li hewzên Firat û Dîcleyê û li seranserê erdnîgariya çiyayî ya Kurdistanê tên plankirin û çêkirin, hem ekosîstemên çeman wêran dikin û hem jî armanca wan ew e ku jiyana niştecî ya ku bi hezaran salan li dora wan çeman hebûye ji holê rakin.

Bendava Ilisû sembola herî şênber a vê pêvajoyê ye. Heskîf a ku di rojevê de bû ku bikeve lîsteya mîrateya cîhanê ya UNESCO’yê, hat binavkirin, bi vê pojeyê re  herêmek niştecîbûnê ya 12 hezar salî hat tunekirin. Binavkirina Heskîfê ne tenê windakirina berhemên dîrokî bû, di heman demê de qutkirina têkiliyên çandî, ekolojîk û giyanî yên gelê Kurd bi vê axê re jî bû. Her wiha bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û malbatên ku debara xwe bi çandinî, xwedîkirina heywanan û li kêleka çeman masîgirî dikirin, koçberî taxên xizan ên bajêr bûn.

Bendavên Ilisû, Kralkizi, û Êlîhê yên li ser Çemê Dîcleyê û bendavên Karakaya, Ataturk, Bêrecûk û Karkamiş ên li ser Çemê Firatê, dema ku bi tevahî werin nirxandin, nîşan didin ku desteserkirina avê bi awayekî sîstematîk pêk hatine. Ev bendav bûn amûra bi bandor a ji bo koçberkirina gundiyên Kurdistanî ku bi hezaran salan li ser van axan dijiyan.

Ji bendevan wêdetir, bi dehan HES ên biçûk ku li ser çem û çavkaniyên avê yên li gundên çiyayî yên Kurdistanê hatine çêkirin, rejîma ava xwezayî xirakirin. Baxçe, rez û erdên çandiniyê bê av hiştin. Gundiyan  ji ber ku pêşiya kanalên avdanê yên ku bi sedsalan bikar dianîn hatin girtin û ava wan a hevpar a çêrgehan ziwa dibû, li ber xwe dan.

KANÊN MADENÊ Û RANTA BAJARVENÎ

Dewlemendiyên bin erdê yên erdnîgariya Kurdistanê yên wek sifir, zêr, petrol, krom û fosfat bi dehan salan e ji hêla şîrketên Tirk ve têne derxistin. Dersîm û derdora wê di nav herêmên ku xebatên madenê zêr lê zêde bûye de tê. Destûrên lêgerîn û xebitandina madenan ên li Geliyê Munzurê û derdora wê qirkirina ekolojiya herêmê ji nedîtî ve tê. Dersim herêmek e ku gelek cihên pîroz ên Kurdên Elewî lê hene. Qirkirina vê erdnîgariya pîrozrasterast qirkirina manewî û çandê ye.

BERXWEDANÊN XWERÊVEBERIYÊ Û QIRKIRINA EKOLOJIYÊ

Li aliyê başûrê Kurdistanê, derbarê peymanên çavkaniyên petrol û fosfatê yên bi şîrketên navneteweyî re hatine çêkirin, gel nehatiye agahdarkirin. Boriyên ku ji ser erdên çandiniyê û çêregehên gundiyên Kurd derbas dibin, hem xebatên çandiniyê asteng dikin û hem jî xetereya qirêjbûna axê mayînde dikin. Lli bajarên din ên Kurdistanê pêvajoyên cuda lê heman wêrankarî tê meşandin Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiya piştî berxwedana xwerêveberiyê yên 2015-2016’an, beşek mezin a dîroka bajar hat wêrankirin. Gelê ki ji cih û warê xwe hat dûrxistin, di bin navê veguhastina bajar ji sermayeya avakirinê hre hatin hiştin. Li şûna avahiyên dîrokî avahiyên betonî girtin û ev jî di warê ekolojiya bajar rê li ber xisran vekir.

ŞEWITANDINA DARISTANAN QIRKIRINA EKOLOJIYÊ YA BI QESTÎ

Dewleta Tirk di êrîşên li dijî gerîlayan yên salên 1990’î de bi hezaran gund bi zorê vala kirin û daristanên li dora van gundan jî şewitandin. Di belgeyên fermî û lêkolînên li cihê bûyerê hatine kirin de şewitandina daristanan û valakirina gundan piştrast dikin. Tê texmînkirin ku li Kurdistanê zêdetirî milyonek donim erdê daristanî hatiye tunkekirin.

Di salên 2010 û 2020’an de, mijara şewatên daristanan careke din bû rojeva sereke. Her sal di mehên Tîrmeh û Tebaxê de Bakurê Kurdistanê şewatên wêrankar derdiketin. Qadên daristanî yên li çiyayên Dersim, Amed, Şirnex û Colemêrg hatin tunekirin. Di nûçe, şahid û dîmenan de xuya dibe ku beşek girîng ji şewatan ne şewatên daristanan bûn, di encama êrîşên artêşa Tirk de şewitîn. Şewatên ku di havîna 2021 û 2022’an de li seranserê Tirkiyeyê di heman demê de dest pê kirin û bi lez belav bûn, ji ber agirên li herêmên cûda hatin derxistin, çêbûn. Li gelek deveran, bi taybetî li Dersim û Colemêrgê hewldanên vemirandina agirdemeke dirêj hatin paşxistin. Rêxistinên jîngehê diyar kirin ku beşek mezin ji van şewatan bi zanebûn hatine derxistin û nehatine vemirandin.

DU DEWLET, YEK ŞABLON

Pêkanînên dewleta Srî Lankayê ya li hember gelê Tamîl û dewleta Tirkiyeyê ya li hember gelê Kurd di gelek aliyan de dişibin hev. Ev şibandin piştrast dike ku her du dewlet di nava koordînasyonekê de tevgeriyane û nîşan didin ku heman amûrên siyasî hatine bikaranîn. Her du dewletan herêmên kugelên bindest lê dijîn wekî ‘herêmên paşverû’ an ‘herêmên ku hewceyê pêşveçûnê ne’ pênase kirin û li ser vê pênaseyê projeyên binesaziyê û enerjiyê rewa kirine. Lê ev proje wekî amûrên ji bo koçberkirina gelê herêmê û çavkaniyan têxin bin kontrola dewletê hatine bikaranîn.

ŞERÊ QIRKIRINA EKOLOJIYÊ

Divê qirkirina ekolojîk wekî stratejiyeke sîstematîk a ku ji hêla neteweyên serdest ve li dijî gelên bindest an jî hatine mêtingehkirin tê meşandin were fêmkirin. Ev şêweya qirkirinê divê wekî stratejiyeke ji bo hilweşandina binesaziya fîzîkî û çandî ya berxwedana gel were pênasekirin. Dema ku gihîştina gel a daristan, av û erdê tê astengkirin, hem serxwebûna wan a aborî û hem jî gihîştina wan a xwarinê tê tunekirin. Ger gel ber bi bajaran ve were koçberkirin, ew bê rêxistinî û girêdayî dimîne. Dema ku bîra dîrokî ya gel (çiyayên pîroz, çem, daristan, gund) têne tunekirin, ev tê vê wateyê ku berdewamiya çanda wî gelî tê tunekirin. Dema ku em van hersê pîvanan bi hev re binirxînin, tişta ku derdikeve holê ne “pêşkeftin” an “polîtîkaya enerjiyê” ye. Em pêkhateyên stratejiya qirkirinê ya demdirêj dibînin.

Ezmûna Tamîlî li Srî Lankayê di vî warî de şêweyekî trajîk pêşkêş dike. Piştî tepeserkirina berxwedana çekdarî, desteserkirina ekolojîk û endezyariya demografîk bûn amûrên ji bo veguherandina bi bandor a herêmê. Girêdana Tamîlîyan bi hundirê çiyayî ve hate qutkirin. Ev herêm ket bin kontrola îdarî û leşkerî ya Sinhala. Agahiyên ku ji hêla bûyerên berê ve hatine pêşkêş kirin bi zelalî nîşan didin ku pêvajoyek wisa li Kurdistanê jî di rê de ye.

BÊ ERD, BÊ PAŞEROJ E

Her nivîsek ku ji hêla rêxistinek gel, kolektîfek jîngehê, an rojnamevanek li Kurdistanê ve hatî nivîsandin jî belgeyek hebûnê ye. Danasîna erd, av, daristanan, şahidiya wêrankirina van çavkaniyan ne tenê çalakvaniya jîngehê ye, lê kiryarek afirandina bîranînek civakî û siyasî ye. Ev çîrok, ku ji Srî Lankayê heya Kurdistanê dirêj dibe, nîşanî me dide ku dewletên cûda li erdnîgariyên cûda bi rêbazên wekhev armancên wekhev dişopînin. Taybetmendiya hevpar a van rêbazan ev e ku ew ji tundûtûjiya rasterast dûr dikevin û xwe bi retorîka bêguneh wekî “pêşkeftin”, “ewlehiya enerjiyê” û “rêvebirina daristanan” vedişêrin. Lê encam ne cûda ye. Mirov ji axên xwe têne rakirin, xweza tê wêrankirin, û hewldana jêbirina gelekî din ji dikê dîrokê berdewam dike.

Bersiva herî xurt a li hember vê wêrankirinê ew e ku ew were xuyang kirin. Kevirên Heskîfê yên di bin avê de mane, daristanên Munzurê yên dişewitin, çiyayên Dêrsimê yên qulkirî û gundên di bin Ilısuyê de ne, hem delîlên karesateke ekolojîk û hem jî sûcekî siyasî ne. Tomarkirin, analîzkirin û eşkerekirina van delîlan ji cîhanê re ne tenê beşek ji berpirsiyariya civakî ye, lê di heman demê de berpirsiyariyeke dîrokî ye jî.

ŞERÊ QIRKIRINA EKOLOJIYÊ

Divê qirkirina ekolojîk wekî stratejiyeke sîstematîk a ku ji hêla neteweyên serdest ve li dijî gelên bindest an jî hatine mêtingehkirin tê meşandin were fêmkirin. Ev şêweya qirkirinê divê wekî stratejiyeke ji bo hilweşandina binesaziya fîzîkî û çandî ya berxwedana gel were pênasekirin. Dema ku gihîştina gel a daristan, av û erdê tê astengkirin, hem serxwebûna wan a aborî û hem jî gihîştina wan a xwarinê tê tunekirin. Ger gel ber bi bajaran ve were koçberkirin, ew bê rêxistinî û girêdayî dimîne. Dema ku bîra dîrokî ya gel (çiyayên pîroz, çem, daristan, gund) têne tunekirin, ev tê vê wateyê ku berdewamiya çanda wî gelî tê tunekirin. Dema ku em van hersê pîvanan bi hev re binirxînin, tişta ku derdikeve holê ne “pêşkeftin” an “polîtîkaya enerjiyê” ye. Em pêkhateyên stratejiya qirkirinê ya demdirêj dibînin.

Li Srî Lankayê ezmûna Tamîliyan a di vî warî de şabloneke trajîk derdixe holê. Piştî tepeserkirina berxwedana çekdarî, desteserkirina ekolojîk û endezyariya demografîk bûn amûrên veguherandina bi bandor a herêmê. Girêdana Tamîliyan a bi hundirê çiyayî hat qutkirin. Ev herêm ket bin kontrola îdarî û leşkerî ya Sinhala. Agahiyên ku ji hêla bûyerên berê ve hatine pêşkêş kirin bi zelalî nîşan didin ku pêvajoyek wisa li Kurdistanê jî tê meşandin.

ERD TUNE BE PÊŞEROJ JÎ TUNE YE

Li Kurdistanê her nivîsek ku ji hêla rêxistinek gel, kolektîfek jîngehê an rojnamevanek ve hatîiye nivîsandin belgeya hebûnê ye. Danasîna erd, av, daristanan, şahidiya wêrankirina van çavkaniyan ne tenê çalakvaniya jîngehê ye, lê kiryarek afirandina bîranînek civakî û siyasî ye. Ev çîroka ku ji Srî Lankayê heya Kurdistanê dirêj dibe, nîşanî me dide ku dewletên cûda li erdnîgariyên cûda heman rêbaz û heman armancan dimeşînin. Taybetmendiya hevpar a van amûran ew e ku ji tundiya rasterast dûr disekine  û xwe li pey gotinên bêguneh wekî “pêşketin”, “ewlehiya enerjiyê” û “rêvebirina daristanan” vedişêrin. Lê encam ne cûda ye. Mirov ji axên xwe têne dûrxistin, xweza tê wêrankirin û hewldana jêbirina gelekî ya li ser dika dîrokê berdewam dike.

Bersiva herî xurt a li hember vê wêrankirinê ew e ku ew were xuyakirin. Kevirên Heskîfê yên di bin avê de mane, daristanên Munzurê yên dişewitin, çiyayên Dêrsimê yên tên kolandin û gundên di bin Ilisuyê de ne, hem delîlên karesateke ekolojîk û hem jî sûcekî siyasî ne. Analîzkirin û tomarkirina van delîlan û gihandina wê ya ji cîhanê re ne tenê beşek ji berpirsiyariya civakî ye, di heman demê de berpirsiyariyeke dîrokî ye jî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Edene û Mêrsînê xebatên ‘Mîtînga Azadiyê’
Nûçeya Pişt re Pirtûka nû ya Zekî Bayhan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nezîr Bûdak ji ber ‘wergera şaş’ a polîsan hat girtin

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê navçeya Giyadînê Nezîr Bûdak ji ber polîsan axaftina wî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

Li bajarê Fabriano yê Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî û Werîşe Muradî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bi polîtîkaya yek ol, yek nasname êriş li gelên Sûriyeyê tê kirin’

Aktîvîst Kader Ûzûn bal kişand ser polîtîkayên komkujiyê yên HTŞ'ê yên li hemberî Elewî, Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo Sûat Sari û Mesût Arslan taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cîgirê şaredar û 4 kesên din hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?