Di çarçoveya lêpirsîna “bertîlê” ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de, Cîgirê Şaredarê Seferîhîsarê Gökhan Pehlîvan û rayedarên firmaya înşeatê û hin peywirdarên cemaweriyê jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Piştî karên îfadeya li emniyetê kesek hate berdan û 7 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Piştî îfadeya li dadgeriyê Pehlîvan û 5 kes hatin girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.

