Çarşem, 24 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalmaz: Divê her kes beşdarî Mitînga Azadiyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bagcilarê tora çeteyan berfireh dibe, gel dilnerihet e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Bayramoglû: Di meseleya Kurd de em li ber qutbûnê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo aştiyê îrade divê, ya ku bi aliyê Tirk re nîne ev e!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Aleksiva: Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat
Rojane

Aleksiva: Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat

Ji Tevgera Çandê ya Laz Îrfan Aleksiva destnîaşn kir ku çareseriya meseleya Kurd ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesên pêwîstiya xwe bi demokrasiyê heye girîng e û got, "Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku têkildarî çareseriya meseleya Kurd tê meşandin di heman demê de zemînek afirand ku nasname û baweriyên ku di dema avabûna netewe dewletê ya li Tirkiyeyê de hatin tepisandin, li polîtîkayên asîmîlasyonê rast hatin, bêne vegotin. Yek ji van nasnameyan jî gelê Laz e. Ji Tevgera Çandê ya Laz Îrfan Aleksiva ji ANF’ê re qala polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî Lazan kir.

Îrfan Aleksiva yê 45 salî ku li navçeya Ardeşen a Rîzeyê ji dayik bû, anî ziman ku ew yek ji endamên nifşê dawî yê Laz e ku zimanê xwe yê dayikê Lazî destpêkê hîn bû û heta 6-7 salî bi Tirkî nizanî bû. Aleksiva anî ziman ku ji ber bi Tirkî nizanîbû li dibistana seretayî mamoste ew di polê de hişt û diyar kir ku li dibistanê timî şîret lê dihate kirin û dihate gotin, ‘Bi Lazî neaxivin, nexwe devoka we, wê xera bibe’. Aleksiva ragihand ku di dibistana navîn de wî li vê rewşê pirsî û got, “Min li ser lênûskekê notên bi Lazî nivîsî û piştre pê hesiyam ku nikarim bixwînim û fêhm bikim. Hingî min fêhm kir ku hin dengên bi Lazî û dengên bi Tirkî li hev nayên. Meraqa min bi vî rengî destpê kir. Piştre li Stenbolê ku ji bo xwendina zanîngehê lê bi cih bûm, tevlî nava tevgera Laz bûm. Di nava nifşê me de zêde mirov nîne ku bi Lazî zane.”

‘PIŞTÎ SALA 1923’AN LI TIRKIYEYÊ TEVGERA ÇANDÊ YA LAZ HATE BÊDENGKIRIN’

Aleksiva bal kişand ser piştperdeya asîmîlasyonê û got, komele û tevgerên çandê yên Laz ku di dema dawî ya Osmanî de li Stenbol û bajarê Batûm ê Gurcistanê hebûn, bi avabûna komarê re piştî sala 1923’an li Tirkiyeyê hate bêdengkirin. Aleksiva diyar kir ku ji bo qedexekirina Lazî ji jorê ve fermanek nebe jî qdexe bi giranî bi rêya walîtî û qeymeqamiyan ve hate meşandin û got, “Wê demê propagandaya ‘Endametiya ji miletekî ji bilî Tirkan wê zerarê bide yekparebûna welêt’, bi vî rengî doktrîna tekperestî û neteweperestiyê dan. Ev propaganda jî bi rêya Ocaxên Tirk dihate meşandin. Ocaxên Tirk wê demê yekemcar li Trabzonê ava bûn û ferz dikirin ku axaftina bi Lazî xiyaneta li welêt e, axaftina bi Lazî divê bê qedexekirin.

Ev polîtîkayên asîmîlasyon û tepisandinê bi rengekî welê dihate meşandin ku axaftina bi Lazî weke ‘cahiltî’, ‘gundîtî’ û ‘paşdemayî’ dihate nîşandan, axaftina bi Tirkî jî weke statuyeke aborî, civakî, nûjen û perwerdeyî dihate destnîşankirin. Hin derdorên ku xwe rewşenbîr didîtin, xwedî li vê nêzîkatiyê derdiketin. Di vir de armanca esasî ew bû ku şoreşeke çandî ya bi tîpê Tirk ava bikin. Dema ku ev dikir jî nasnameyên din ji nedîtî ve dihatin û Tirkîtî didan pêş.

Mînak, Ocaxa Tirk a Trabzonê ew ocax bû ku li herêmê herî zêde kar dikir. Timî rayedarên dewletê serdana wê dikir û li vê ocaxê deklarasyonên cuda dihate weşandin. Di van deklarasyonan de gotinên weke ‘Trabzonî Laz nîne’, ‘Li herêmê Laz nîne’, ‘Yên bi Lazî diaxivin bi esasî Tirk in’ dihate bikaranîn.”

Aleksiva destnîşan kir ku Laz ên li dijî polîtîkayên neteweperestiyê têdikoşiyan di dema dawî ya Osmaniyan de neçar man ku ji Tirkiyeyê koç bikin û got, piraniya yên sosyalîst çûn Yekîtiya Sowyetan û li wê derê rêxistiniyên weke Lazistan a Sor ava kirin.

Aleksiva got, lê belê piştî mirina Stalin asta têkoşînê guherî, bi demê re girîngiya xwe winda kir û anî ziman ku Laz ên li wê derê piştre bi sûcdariya ‘ajanên Tirk’ ber bi Sîbîryayê ve hatin koçberkirin.

‘DEMA KU KOMA MUZÎKÊ YA ZÛXAŞÎ BEREPE DERKET MED TV Û BI LAZÎ STRAN GOT, BANDOR LI ME HEMÛYAN KIR’

Aleksiva anî ziman ku pêvajoya li ser meseleya Kurd kûr bû, bi derketina koma muzîkê ya Lazî Zuxaşî Berepe ya li Med TV’ê destpê kir ku ji aliyê Kazim Koyûncû û Mehmedalî Bariş Beşlî ve hatibû avakirin. Aleksiva got, “Li ser meseleya Kurd min pirtûk û gotar xwendibû. Lê belê piştî ku koma muzîkê ya Zuxaşî Berepe ya di salên 1990’î de ava bû derket televîzyona Med TV û bi Lazî stran got, vê yekê weke li hemû Lazan bandor li min jî kiribû. Wê demê derketina ser ekranê Med TV seknek bû. Di navbera Kurdan û Lazan de rewşeke bi vî rengî ya fêhmkirina ji hev hebû.

Dema ku em pê hesiyan ku çand û zimanê me yê dayikê roj bi roj dihele, hingî me fêhm kir ku hin tişt şaş in. Piştre em hîn bûn ku tiştên têne serê me, jê girantir tê serê Kurdan. Lê belê berevajî me, Kurdan li hemberî vê yekê li ber xwe dan û çand û zimanê xwe parastin. Yên me li ber xwe nedan. Ji ber ku li tevahiya Tirkiyeyê nifûsa me kêmtir bû. Li Ardeşenê ku nifûsa Lazan lê zêde ye, nifûs derdora 50 hezar kesî ye. Li seranserê Tirkiyeyê nifûsa Lazan di navbera 600 heta 700 hezar kesî de ye.”

‘PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YA 2013’AN KIR KU ZIMANÊ LAZÎ BÊ NASKIRIN’

Aleksiva destnîşan kir ku çareseriya bi rengekî baş a meseleya Kurd ne tenê ji bo Kurdan wê bi kêrî Lazan, komên din ên etnîkî, nasname, bawerî û hemû derdorên pêwîstiya xwe bi demokrasiyê heye, bê. Aleksiva ragihand ku weke gelê Laz wan feydeya vê yekê di pêvajoya çareseriyê ya 2013’an de dît û got, “Pêvajoya sala 2013’an a çareseriya demokratîk a meseleya Kurd kir ku zimanê Lazî ji aliyê dewletê ve bê naskirin û bi vî rengî rewa bû. Dersa Hilbijartî ya Zarava û Zimanên Sax di vê pêvajoyê de kete rojevê. Komeleyên Laz bernameyên dersê amade kir, ev jî pêşkêşî Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî kirin. Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî jî ji ber vê pêvajoyê neçar ma ku van qebûl bike.

Yekemcar li Tirkiyeyê li dibistanan, qet nebe li çend dibistanan zimanê Lazî weke zimanekî hilbijartî hate xwendin. Vê yekê kir ku tirsa ‘axaftina bi Lazî cihê fikaran û cihêkarî ye’ ya li mirovan ji holê rabe. Ya rast ev yek ji bo tevgera çandê bû şoreşek. Ji ber ku beriya niha dema ku pirsa ‘Hûn çi ji dewletê dixwazin?’ ji Lazan dihate pirsîn, kesî televîzyon û perwerdeya bi zimanê dayikê yê Lazî nedixwest. Daxwazeke bi vî rengî nedihat bîra kesî.”

Aleksiva ragihand ku jinûve destpêkirina pêvajoya çareseriyê erênî ye û got, “Girîng e ev pêvajo civakî bibe. Ji bo vê jî divê partiyên din, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên xwecihî tevkariyê li pêvajoyê bikin. Bi taybetî divê sosyalîst bi rengekî çalak helwestê nîşan bidin.

Li herêma me sosyalîst xwedî giraniyekê ne û divê ew di vê pêvajoyê de wêrek bin. Hikumet jî divê pêvajoyê ji xwe re neke malzemeyeke siyasî û gavê biavêje.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Alî Bayramoglû: Di meseleya Kurd de em li ber qutbûnê nînin
Nûçeya Pişt re Li Bagcilarê tora çeteyan berfireh dibe, gel dilnerihet e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Alaya Xweser a Şehîd Zîlan Newroz pîroz kir

Alaya Şehîd Zîlan bi meşaleyên agir û meşa azadiyê Newroza Rêber Apo pîroz kirin. Bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li mîtînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê manîfestoya hevpar

Di mîtînga 1'ê Gulanê de ya li Qada Rihtimê ya Kadikoyê manîfestoya hevpar a DÎSK,…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Giştî yê DEDEF’ê hate binçavkirin

Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dersimê Alî Riza Bilîr hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalmaz: Divê her kes beşdarî Mitînga Azadiyê bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bagcilarê tora çeteyan berfireh dibe, gel dilnerihet e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Alî Bayramoglû: Di meseleya Kurd de em li ber qutbûnê nînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji bo aştiyê îrade divê, ya ku bi aliyê Tirk re nîne ev e!’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?