Jin di pêşketina civakan de roleke pêşeng lîstine û bi hewldan û îradeya xwe di hemû warên jiyanê de beşdarî avakirina civakê bûne. Tevî gelek zehmetiyan, wan jiyana xwe ya gihîştina serketinê îspat kirin û girîngiya cih û rolA xwe di avakirina paşerojek baştir de nîşan dan.
Dema ku di pergala serdestiya mêran de li Rojhilata Navîn behsa dîrokê tê kirin an tê nivîsandin, jinên ku di rastiyên şer de şopa herî kûr hiştine pir caran tên paşguhkirin. Ev rastî her carê tê xwestin ku were veşartin. Di dîrokê de cihê têr ji pêşengiya jinan û nasnameya wan re nehatiye dayîn. Di pergala serdestiya mêran de jin tenê ji ber zayenda xwe her tim hatine paşve xistin.
Di civaka Rojhilata Navîn de roleke jinan bi gelemperî bi lênêrîna malbatê û karên malê ve hatibû sînordarkirin. Kêm caran rê li beşdariya wan a berfireh di siyasetê de dihate vekirin û siyaset û rêveberî di destê mêran de bû. Lê ev sînorkirin hêza bandora jinan tune nekir; berevajî vê, carinan wan neçar kir ku rêyên neyekser bibînin da ku di civakê de hebûna xwe biparêzin û bandorê biafirînin.
Ev rastî fêm kirin û bi qîmeta jiyana xwe ji bo wê têkoşiyan, li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û cîhana Ereban gelek jin û pêşeng hebûn. Mîrasa wan a têkoşînê, nivîs, helbest û xebatên wan heta îro li pêşiya me tên. Jin tenê di yek warî de nemane; wan di warên civakî, aborî, siyasî û çandî de jî roleke girîng lîstine û bûne yek ji stûnên bingehîn ên guhertin û pêşketina rastîn a civakan.
AL-ARÛS (BÛK) – KOVARA YEKEM A JINAN LI SÛRIYEYÊ
Jinên Sûrî ji dawiya sedsala 19’an û pê ve di warê wêje, rojnamegerî û reformên civakî de destpê kirin ku werin xuyakirin û di destpêka sedsala 20’an de, wan yekem kovar û rojnameyên ji bo jinan weşandin.
Bi rabûna tevgera jinan û destpêka çapemeniya nûjen di cîhana Ereban de, di sala 1910’an de yekem kovara jinan a Sûrî-Ereb bi navê Al-Arûs (Bûk) hate çapkirin.
Al-Arûs yekem kovara jinan bû ku li Sûriyeyê hate weşandin. Di sala 1910’an de Mary Acemî (Ajamî) ev kovar ava kir. Di serdemekê de ku jin ji gelek waran hatibûn qedexekirin û mafê beşdarbûnê nedihat dayîn, Mary Acemî wek damezrîner, sernivîskar û rêveberê kovarê kar kir.
Al-Arûs kovareke edebî, perwerdehî û mizahî bû. Di hundirê wê de gotar, çîrokên kurt ên edebî û nivîsên hûrbîn cih digirtin. Ev yekem kovara li herêma Ereban bû ku ji azadiya jinan parastin dikir û bala xwe dida pirsgirêkên wan.
Di kovarê de gotar li ser azadiya jinan, rola jinan di civakê de û perwerdehiya jinan dihatin weşandin.
Di gotara destpêkê ya hejmara yekem de Mary Acemî wiha nivîsandi ye:
“Ez vê kovarê pêşkêşî wan kesan dikim ku bawer dikin di hundirê jinekê de hêzek heye ku tovên têkçûnê ji holê rake û di destê wê de çekek heye ku tarîtiya zordariyê bişkîne.”
Di kovarê de, li gel beşên tenduristiyê, mijarên tenduristiya jinan û zarokan jî cih digirt. Şiarê kovarê ev bû:
“Rûmeta xemilandina rûyê erdê bi kulîlkên bihiştê ji jinan re hatiye dayîn.”
Kovar pêşî li bajarê Skenderiyeya Misrê dest bi weşanê kir, paşê veguhast Şamê û li wir dewam kir. Heta sala 1914’an, dema ku Şerê Cîhanê yê Yekem destpê kir, kovar hate rawestandin. Piştî bidawîbûna şerê, dîsa hate çapkirin û heta sala 1926’an dewam bû, paşê bi tevahî rawestiya.
Di destpêkê de kovar bi 32 rûpelan derdiket, paşê gihîşt 64 rûpelan. Di navbera salên 1910–1914 de sê cild bi zêdetirî 1500 rûpel hatin weşandin. Di dema duyem de, di navbera 1918–1926 de, heft cild bi nêzîkî 5400 rûpel hatin çapkirin.
REWŞA SIYASÎ LI SÛRIYEYÊ
Di wê serdemê de axa Sûriyeyê rasterast di bin rêveberiya hikûmeta navendî ya Osmanî de bû. Herêm ji parêzgehên wekî Wilayeta Şamê, Wilayeta Helebê û Wilayeta Beyrûtê pêk dihat.
Di herêmê de serhildanên herêmî yên li dijî reformên Osmaniyan, pevçûnên siyasî yên ji pêşbaziya di navbera Osmaniyan û Rojava de derketibûn û her wiha rabûna neteweyîtiya Ereban di nav ronakbîran de bûne mijarên sereke.
Di vê serdemê de hîn tevgereke berfireh a serxwebûnê tune bû. Lê belê li Şam, Beyrût û bajarên din, di nav ronakbîrên Ereban de şiyarbûna çandî (Nahda) û nîqaşên li ser nasnameya Ereban belav dibûn. Piraniya wan di destpêkê de di nav Dewleta Osmanî de daxwaza xweseriya zêdetir û bikaranîna berfirehtir a zimanê Erebî di jiyana fermî de dikirin. Ramana serxwebûna tam paşê hêz girt.
JIYANA MARY ACEMÎ (AJAMÎ) (1888–1965), DAMEZRÊNER Û SERNIVÎSKARA KOVARA AL-ARÛS
Mary Acemî (Ajamî) di sala 1888’an de li Şamê, di malbateke Mesîhî ya çîna jorîn de hat dinyayê. Ew di hawirdorekê de mezin bû ku bi ramanên rabûna Ereban û hestên neteweyî yên xurt tije bû.
Berî ku di sala 1906’an de li Koleja Amerîkî ya Beyrûtê hemşîretiyê bixwîne, li dibistanên Rûsî û Îrlandî xwend. Paşê li Lubnan, Misir û Sûriyeyê wek mamosteya edebiyata Erebî kar kir û li Iraqê jî gelek konferans pêşkêş kir.
Di sala 1906’an de ew li Dibistana Rûsî ya Şamê wek yekem mamosteya jin hate tayînkirin. Dilxwaziya wê ji bo rojnamegeriyê di temenê ciwan de destpê kir, dema ku dest bi weşandina gotarên li ser reforma civakî û helbestên romantîk kir.
Mary Acemî yek ji girîngtirîn pêşengên rojnamegeriya jinan li Sûriyeyê tê hesibandin. Di sala 1910’an de wê kovara yekem a jinan a Sûrî-Ereb, Al-Arûs, ava kir. Di vê kovarê de li ser perwerdehî, mafên jinan, tenduristî, çand û reformên civakî gotar weşandin. Gelek lêkolîner wê wek yekem rojnamegera profesyonel a jin li Sûriyeyê nas dikin.
Di jiyana siyasî ya Mary Acemî de aliyê herî berbiçav ew bû ku wê piştgirî da neteweyîtiya Ereban û tevgerên serxwebûna çandî di serdema Osmaniyan de. Wê her wiha bi helwesta xwe ya rexnegir li hember rêveberiya Osmaniyan jî navdar bû.
Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, di sala 1914’an de, waliyê Osmanî Cemal Paşa ji ber çalakiyên neteweyî 14 rojnamegerên Ereb li Beyrûtê zindankir. Mary Acemî, ku beşek ji tevgera neteweyî ya Ereban bû, yekem kes bû ku bangê zindaniyan bihîst û tê gotin ku ew tenê jina bû ku destûra serdana zindanê stand.
Di tevahiya jiyana xwe de Mary Acemî di warên edebiyata Erebî û mafên jinan de roleke pêşeng lîst.
Mary Acemî di 25’ê Kanûna Pêşîn 1965’an de, ji ber nexweşiyê, li Şamê di 77 saliya xwe de wefat kir. Wê mîraseke girîng a edebî di dîroka edebiyata nûjen a Sûriyeyê de hişt û di heman demê de beşdariyeke mezin kir ku deng û temsîla jinan di edebiyata Erebî de bihêztir bibe.

