Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Aksû: Pêdiviya me bi welatîbûna wekhev û rêzdayîna li nasnameya hev heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, “Ti civîna ewlehiyê nakeve pêşiya daxwaza gelan û jinan a ji bo jiyana azad, wekhev, aştî û hevpar. Divê jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê bên parastin, ne ewlehiya civîna bilind a NATO'yê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, “Ti civîna ewlehiyê nakeve pêşiya daxwaza gelan û jinan a ji bo jiyana azad, wekhev, aştî û hevpar.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îtîrazên li dijî civîna bilind a NATO’yê, îtîraza aştîxwazan e û wiha hate gotin, “Jin û ciwanên ku ji ber ev îtîraz bilind kirine bi operasyonan hatine binçavkirin, afirênerên siberoja aştî û demokratîk in, ne pirsgirêka ewlehiyê ya vî welatî ne.

Beriya civînê gelek mezaxtin li rêyên ku protokol wê lê derbas bibin, hate kirin. Ev mezaxtin îspata wê yekê ye ku xizaniya kûr a jinan çawa nayê dîtin. Bariyerên li ser rêyan hatine danîn, ji bo veşartina rastiya xizaniya ku bi krîza aborî re li qadên jiyanê û malan heye, hatine danîn.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îtîraza li dijî NATO’yê îtîraza li dijî şer, emperyalîzm û polîtîkayên ku jiyana gelan a hevpar û wekhev hedef digire ye û hate diyarkirin ku armanca esas a NATO’yê û tifaqên leşkerî yên mîna wê ew e ku polîtîkayên yekperest, zayendperest û desthilatdariya mêr li ser esasê berjewendiyên emperyal bixe meriyetê.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Her civîna bilind a heta roja îro hatiye lidarxistin, veguheriyeke zemînekî ku polîtîkayên şer lê jinûve hatine hilberandin û rewakirin. Bi taybetî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn hatine kûrkirin, nîşaneya vê ya herî eşkere ye. Jin her carê bûne hedefa van polîtîkayên şer.

Tişta ku di van civînan de tê esasgirtin ne ewlehiya gelan û jinan e; ewlehiya sermayeyê, berjewendiyên emperyal û polîtîkayên şer e. Ewlehiya yên ku jinan û zarokên keç îstîsmar dikin, navên wan di dosyayên Epstein de derbas dibin û di şebekeyên sûc de cih digirin e. Lewma li dijî civîna bilind rabûn, mafê herî rewa û demokratîk ê jinan e.

Îro ji Efganistanê heta Îranê, ji Sûriyeyê heta Sûdanê, ji Lubnanê heta Tirkiyeyê têkoşîna jinan îfadeya herî xurt a vê rewatiyê ye.

Vê têkoşînê îro weke îtîraza bi milyonan jinên li çar aliyên cîhanê ya li dijî civîna bilind a li Enqereyê, xwe nîşan daye.

Me ti binçavkirin û girtina ji bo bêdengkirina vê îtîrazê qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Ruhê Banga Aştî û Civaka Demokratîk dengê têkoşîna azadiyê ya jinan e.

Pirsgirêka ewlehiyê ya rast a vî welatî tifaqên emperyalîst, kapîtalîst û dijminê jinan e ku ji şer û mêtingeriyê tîmar dibin, jiyana gelan û jinan hedef digirin.

Em ê bi têkoşîn û piştevaniya xwe li dijî şer bisekinin û bibin damezrênerên aştiyê. Divê jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê bên parastin, ne ewlehiya civîna bilind a NATO’yê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Celal Firat: Meşandina pêvajoyê li ser gotina ‘terorê’ wê encamên baş bi xwe re nîne
Nûçeya Pişt re HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Muhafizên Şoreşê li Tehranê xwepêşandan kirin

Bi hezaran endamên Mûhafizên Şoreşê ya Îranê ji bo nîşandana ku ew li dijî her…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên tiryakê zarokan weke kurye bikar tînin

Bikaranîna tiryakê roj bi roj zêde dibe. Çeteyên ku polîsan çavên xwe ji wan re…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bedlîsê piştî talana daristanê qedexe hat ragihandin

Li Bedlîsê bi hinceta "ewlehiyê" birîna daran bi awayekî sîstematîk tê meşandin û ji sedî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Federasyona Mafên Mirovan: Divê mafê ziman bi destûrî were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?