Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê di derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê û êrişên Îranê yên li ser Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Gelê têkoşerê Kurdistanê, raya giştî û azadîxwazan!
Di demekê de ku rewşa siyasî û jeopolîtîk li Rojhilat Navîn û Îranê diguhere ku di qonaxeke hesas û aloz de ye, civîna Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê roja Pêncşemê (23’yê Tîrmeha 2026’an) di çarçoveya nirxandinek berfireh a rewşê de hate lidarxistin.
Civîn di demekê de pêk hat ku hevkêşeyên navnetewî û navxweyî yên Îranê guhertinên kûr derbas kirine û Komara Îslamî ya Îranê terorîzm, êrişên hewayî û bejayî wekî çareya dawîn ji bo veşartina têkçûnên xwe yên navxweyî pêşxistiye.
ÊRÎŞ TIRSONEKTIYA REJÎMA ÎRANÊ NÎŞAN DIDE
Têkçûna rêze-danûstandinê di navbera rejîma Îran û DYE’yê de nîşanek eşkere ya bêçaretiya siyasî ye ku rejîm xistiye ser çokan. Sîstemek ku li hundir baweriya gel pê hilweşiyaye, ketiye nav krîzeke aborî ya bêhempa û nikare krîzên xwe bi dîplomatîk li derveyî welat birêve bibe; krîza aloz û berfireh a rejîmê bûye sedem ku ew êrişên xwe yên li ser partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bidomîne. Heta li gorî rewşa birîndarên me yên di êrişan de jî, îhtîmaleke mezin heye ku “madeyên şewatê an fosfora spî” hatibe bikaranîn. Bê guman, ev ne tenê nîşandana tirsonektiya rejîmê li dijî tevgera azadiya Kurd û hêza veşartî ya gel û partiyên wane, lê di heman demê de sûcek li dijî mirovahiyê ye jî.
‘TEVGERA ME DI ÊRÎŞÊN HOVANE DE BEDELÊN GIRAN DA YE’
Şermezarkirina tund a bikaranîna çekên qedexekirî, mûşek, dironên kamîkaze û êrişên bejayî yên Komara Îslamî ya Îranê li dijî Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ne tenê hişyariyek mirovî ye, belkû xwendinek siyasî ya windahiyên mezin ya vê tevgerê û şermezarkirina sûcek mezin yê şere. Tevgera me di vê êrîşa hovane de bedelên giran daye. Hejmarek ji Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), komek ji Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, komek ji pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hejmarek ji gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne û gelek pêşmerge jî birîndar bûne. Lêbelê, wekî ku hate gotin, ev recifîna dawî ya rejîmek ku dimire, nîşana bêhêvîbûn û teslîmbûna rejîmê ye li hember îradeya pola ya netewek ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa paş ve gav navêje ye.
‘DIVÊ CIVAKA NAVNETWEWEYÎ BÊDENG NEMÎNE’
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê, şehîdên di encama êrişên rejîma Îranê de çêbûne birêzdarî bibîr tîne, ji malbat, heval û hevçeperên wan sersaxiyê dixwaze, van windahiyan wekî windahiyek ji bo tevahiya tevgera Kurdistanê dibîne. Di heman demê de, hevpeymanî tekez dike ku biryara yekbûnê di nav tevgera Kurdistana Îranê de ne vebijarkeke, belkû pêdiviyek stratejîke ku mirov li hember van êrişan bisekine. Ji aliyekî din ve, parastina xwedîderketina li hêzan û xurtkirina aramiya navxweyî ya hevpeymaniyê dê derfetek peyda bike ku hewldanên navnetewî ji bo hişyarkirina li ser rewşa mirovî ya li Kurdistanê û sûcên rejîmê berfireh bibin. Ji ber vê yekê, israrkirina li ser çareserkirina pirsgirêka rewa ya Kurd di vê pêvajoyê de, xurtkirina pira têkiliyên navnetewî ye da ku civaka navnetewî li hember van êrîşan bêdeng nemîne û piştrast bike ku agirê têkoşîna rewa ya gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn dê neyê vemirandin.
Di dawiyê de, di civînê de biryar hate dayîn ku xebat û têkoşîna bi hev re, hevpeymaniya siyasî û meydanî ya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, dê heta hilweşandina Komara Îslamî û bidestxistina mafên netewî û siyasî yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewam bike.”

