Êzidiyên di sala 12’emîn fermanê de hîn birînên wan ne hatine kewandin, têkoşîna wan a edaletê dewam dike û hîn qirkirin ne hatiye naskirin de, îro 3’yê Tebaxê li ser piyan bûn. Jiyana asayî bi temamî cemidandin, herkes li gund, li mala xwe û li kolanê di nava çalakiyên bîranînê de bûn. Lê Êzidî tenê qurbaniyên xwe bibîr ne anîn, her wiha daxwaza azadkirina bi hezaran zarok û jinên dîl girtî dikin, daxwaza zelakirina çarenûsa hezaran kesî hate kirin ku yan di gorên komî de ne, an jî li Tiba Edlî ya Bexdayê ne.
Îro li aliyê Qiblet û Şemalê ya Şengalê bi dehan çalakiyên cûda hatin lidarxistin. Yek ji çalakiya girseyî ya hate kirin jî li Xanesorê bû. Girseya gel di şexsê 77 endamên malbata Hecî Hemê de ku di fermanê de hatin dîlgirtin û çarenûsa wan nayê zanîn, hemû şehîdên fermanê bîranîn.
Girseya gel ku piraniya xwe ji ciwanan pêkdihat, bi meşeke girseyî ji Xanesorê heta li ber mala Hecî Hemê ya Xanesorê çûn. Li wir ku kon hatibû vedan, bi axaftin, helbest, stran û qewlan qurbanî hatin bîranîn, peyam hatin dayîn.
Li cihê bîranînê rêz hate girtin, wêneyên şehîdên fermanê û 77 endamên malbatê yên çarenûsa wan ne diyar hatin hildan.
Bi navê malbatê Hecî Hemê xêrhatina girseya gel kir û vê peyamê da: “12 sal berê niha Êzidî di komkujiyê re hatin derbaskirin. Li vê cihê ku hun niha lê disekinin ji malbatê 77 kes ketin destê wan kujeran. Yên îro xwedî li me derketine xelkê Xanesorê û hemû mêvanên amade ser serê me hatine. Ev wêneyê li pişt min ku dibînin yê 7 malbatên mine ku xwişk, bira û pismanên min têde ne. Raste dilê we tevan diêşe, lê êşa malbata me hîn girantire. Hêvî ji xwedê dikim yên vê êşê bi me dane kişandin, heman êşê bijîn.”
Piştî gotina qewil, kesayetê Êzidî Dexîl Mirad jî diyar kir ku ev rojeke reşe ji bo Êzidiyan û wiha axivî: “Dema em li van wêneyan dinêrin wek ferman nû çêbûye. Daxwaza me ewe Êzidî tifaqa xwe çêbikin, dengê hev bibîhisin. Eger Êzidî bixwe xwe rêve nebin û hev qebûl nekin, wê tu kes ji bo Êzidiyan neke. Hîn jî gorên komî ne hatine rakirin. Hîn jî rewş weke 3’yê Tebaxê ye. Em bi navê van qurbaniyan û hemû xelkê xwe ji Iraqê re dibêjin, hunê kengê mafê van şehîdan bidinê? Divê Iraq bizane ji dema Komar ava bûye heya niha me jî gelek şehîd di ber vê axê de dane û em jî welatiyên wê ne.”
Merasîm bi gotina helbest û stranên li ser fermanê dewam kir.
Li Sinûnê jî kon hate vedan xelk, kesayet û rûspiyên Êzidî li Sinûnê serdana konê nêzî çerxerêya Mam Zekî kirin.
Ciwan jî wêneyên qurbaniyên fermanê li çerxerêya Mam Zekî daliqandin, li gel girseya gel rêz li qurbaniyan girtin û av belav kirin.
Li Digûrê jî kon hate vedan, jin li bin konê kom bûn, şîn girêdan, xerîbî gotin. Ciwan û zarok jî li ser rêya sereke av li ser welatiyan belavkirin.
Şevê din jî li parka Şehîd Dijwar Feqîr a Xanesorê bi pêşengiya komek ciwanên xwebeşx de wêneyên qurbaniyan hatin rakirin, çira hatin vêxistin û rêz li şehîdan hate girtin.
Çalakiyên bi boneya fermana 3’yê Tebaxê li deverên cûda yên Şengalê dewam dikin.

