Serokê Herêma Kurdistanê ya Federe Nêçirvan Barzanî û Serokkomarê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed el Şara li Şamê li hev rûniştin. Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokkomariya Sûriyeyê de hate ragihandin ku Nêçirvan Barzanî û heyeta pê re li Qesra Gel a li Şamê hatin pêşwazîkirin. Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê de hate gotin, mijarên tevkariya li aramî û ewlehiyê, xurtkirina hevkariya herêmî û vekirîhiştina rêyên diyalogê yên aliyan hatin nirxandin.
ŞARA Û EBDÎ-ÎLHAM EHMED WÊ HEVDÎTINÊ BIKIN
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed wê îro li Şamê bi Şara re hevdîtinê bikin. Li gorî agahiyan di hevdîtinê de wê mijarên îdarî û siyasî bêne nirxandin.

