Çavkaniyên agahdar diyar kirin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Koşka Gel a li Şamê hevdîtin bi Serokê Hikumeta Veguhêz Ehmed El Şera û Wezîrê Karên Derve Eseed El Şeybanê re kirin.
Li gorî çavkaniyan, di hevdîtinê de bicihanîna peymana 29‘ê Çileyê û rêveçûna qonaxa entegrasyonê hatin nîqaş kirin.

