Rayedarên Ûkraynayî ragihandin ku artêşa Rûs di tevahiya şevê de bi fuzeyên balîstîk û balafirên bêmirov êrîşî Kîevê û derdora wê kir.
Servîsa Rewşa Lezgîn a Ûkraynayê ragihand ku di êrîşên li ser derdora Kîevê de 14 kes mirine, 27 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku li paytext Kîevê jinekê jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara miriyan gihişte 15’an.
Serokê Îdareya Leşkerî ya Herêma Kîev Tymur Tkaçenko diyar kir ku ev êrîş yek ji êrîşên herî giran a ku heta niha li ser herêmê hatî pêkanîn e û got, li tesîsên lojîstîk û depoyan şewat derketiye, avahiyan jî zirar dîtiye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku di êrîşên bi şev de Kîev û navendên lojîstîk ên bi navê Nova Post, MLP-Çayka, Trans-Logistik û Epicentr hatine hedefgirtin.

