Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be
Rojane

Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

Emrûllah Cîn li ser qanûna çarçoveyê axivî û got, "Bi dîtina min, gavên ji niha û pê ve hîn bi hêsanî dikarin bêne avêtin ji ber ku zemîna qanûnî hat danîn, rêya qanûnî hate dîtin. Ev gava destpêkê ye. Ez pê bawer im ku wê encamên erênî bêne bidestxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Piştî ku qanûna çarçoveyê ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve pêşkêşî Meclîsê hate kirin, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gava destpêkê hate avêtin. Nîqaşên raya giştî yên li ser naveroka qanûnê dewam dikin. Yek ji sernavên ku herî zêde tê meraqkirin jî rê û rêabzên vegera Kurdên bi salan e li sirgûnê ne.

Siyasetmedarê Kurd Emrûllah Cîn ku bi xwe jî li sirgûnê ye, di hilbijartinên xwecihî yên 1994, 2009 û 2014’an de Serokatî ji Şaredariya Wêranşarê re kir û li dû operasyonên bi navê KCK’ê hatin meşandin demekê hate girtin, mijar ji ajansa me re nirxand.

‘DEWLETÊ CARA YEKÊ GAVEKE QANÛNÎ AVÊT’

Cîn diyar kir ku Tirkiyeyê cara yekê li ser zemîneke qanûnî têkildarî pirsgirêka Kurd gavek avêt û got, “Piştî çil salî cara yekê ye ev dibe. Beriya niha gelek tişt hatibûn gotin, lê belê di pratîkê de hewldaneke qanûnî nebû. Eger em ji dema Ozal destpê bikin û heta 2015’an, di vê demê de gavek tê avêtin. Niha di rojeva meclîsê de ye. Ev erênî ye.”

‘LI GEL HER TIŞTÎ JÎ VÊ GAVÊ ERÊNÎ DIBÎNIM’

Cîn ragihand ku mirovên li sirgûnê van mijaran di nava xwe de nîqaş dikin û got, “Mirov nîqaş dikin, li ser diaxivin. Li derveyî welat, bi taybetî jî li Elmanyayê ku bi xwe jî lê me, girseyeke Kurd a girîng heye. Beşeke mezin a girseya Kurd ew girse ye ku hewl dide xwedî li mafên xwe derkeve; mafên çandî, nirxên neteweyî, pêvajoya polîtîk. Yanî qet nebe dinirxînin. Hin gavan erênî hinekan jî kêm dibînin. Vegereke bi vî rengî dibe, lê belê divê mirov li encamê binihêrin. Çi pêşkêş dike, çi digire nava xwe yan jî nagire nava xwe? Wekî din mijarek heye ku Meclîs erka xwe radestî desteyeke cuda dike. Ev yek tiştekî divê bê nîqaşkirin e.

Taloqkirin wê heta kengî be? Çiqasî bê rawestandin jî bi erêkirina wê desteyê taloqkirin dikare ji rojevê bikeve yan jî erên bi encam bibe. Lê belê rûdana neyînî ya van hemûyan heye. Li gel her tiştî jî, li gel aliyên neyînî jî ez vê gava nû erênî dibînim.”

‘EV HÎN GAVA DESTPÊKÊ YE’

Emrûllah Cîn diyar kir ku Kurd zêdeyî çil salan berdêlên giran dan, hîn jî didin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ji bo pirsgirêka Kurd pêwîstî bi têkoşîneke demdirêj hebû. Ji xwe zêdeyî çil salan Kurdan berdêlên giran dan û hîn jî didin. Ne ev pirsgirêk diqede ne jî têkoşîn diqede. Li gorî nêrîna min a şexsî hem li Ewropayê hem jî li welêt divê bi motîve û moraleke hîn bilindtir xwedî li vê destketiyê bê derketin.

Gava destpêkê destketî ye yan na, ev divê cuda bê nirxandin. Lê belê ji aliyê nav ve destketiyek e. Bi dîtina min gavê ji niha û pê ve wê hîn bi hêsanî karibin bêne avêtin ji ber ku zemîna qanûnî hat danîn, rêya qanûnî hate dîtin. Ev hîn gava destpêkê ye. Ez bawer dikim ku wê bi milyonan gav bêne avêtin û encameke erênî bê bidestxistin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe
Nûçeya Pişt re Li Kanadayê alarma şewata daristanan: Zêdeyî 20 hezar kes hatin veguhestin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê bi hêza xwe azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin’

Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê di têkildarî pergala êşkenceya Îmraliyê de gotin, "Êdî em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Hesekê bi meşekê nîşan da ku ew li pişt QSD’ê ne

Şêniyên Hesekê û gundewarên wê bi meşeke girseyî nîşan da ku ew li pişta QSD'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK’ê banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her kesî kir

Koordînasyona KJK'ê di peyama xwe ya ji bo çalakiya li bajarê Koln ê Elmanyayê hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?