Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rohenda Cisûr (Selma Berekat) a ku 9‘ê Çileya îsal (2026) di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê de şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Til Temirê ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin.
Merasîma ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat birxêstinkirin ve bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Hêzên Ewlekariya Hundirîna Til Temirê Zehra Xelîl Seydo axivî û behsa têkoşîna şehîd Rohendayê kir.
Zehrayê got, Rohenda ji bo parastina gel xwe û nirxên wê canê xwe feda kir, bîranên wê di di bîra heval û malbatê de zindî bimînin.
Zehra Seydo anî ziman ku xwedîderketina li şehîdan bi girêdana bi armanca wan ve dibe.
Piştî axaftinê wesîqeya şehîd Rohandayê hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyên dayikan veşartin.

