Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi wesîleya salvegera 42’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê şahî hate lidarxistin.
Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê hate lidarxistin. Ji xeynî rêveber û endamên sazî û rêxistinên civakî yên sivîl, gelek kes beşdarî şahiyê bûn.
Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Apo û şehîdên şoreşê û alên KCK’ê hate xemilandin. Di tevahiya şahiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hatin berzkirin.
‘15’Ê TEBAXÊ JIYAN, ÇAND Û HEBÛN JINÛVE AFIRAND’
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Hezar Nerexî di şahiyê de axivî û di şexsê Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anî.
Hezar Nerexî diyar kir ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd jiyan, çand û hebûn jinûve afirand.
Hezar Nerexî destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê encama berxwedana li Zindana Amedê jî ye û got, “Pêvajoya ku roja îro ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, li ser esasê ruhê 15’ê Tebaxê pêşve diçe û wê têkoşîna 50 salan bigihîne serketinê.”
Di çarçoveya şahiyê de têkildarî Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê sînevîzyon hate temaşekirin.
Koma Çand û Hunerê, Stêra Zêrîn û Koma Lîstokên Gel a Kulîlkên Azadiyê derketin ser dike. Hunermend Summeya Mihemed û Seyîd Riza jî bi stranên xwe beşdarî şahiyê bûn.
Şahî heta saetên derengî yên şev dom kir.

