Li Menîce Hoşnud a welatiya Kurd ku li Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê dijî, sê meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Ceza ji aliyê Şaxa 101’emîn a Dadgeha Ceza ya 2’yemîn a Bokanê ve bi hinceta “propagandaya li dijî pergalê” hat dayîn û di 11’ê Tebaxê de hat ragihandin.
Menîce Hoşnud a 58 salî di 26’ê Gulana 2026’an, di serdegirtina mala malbata xwe de, ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve bêyî biryara dadgehê hat binçavkirin. Di serdegirtinê de lêgerîn li malê hat kirin û hêzên ewlehiyê dest danîn ser tiştên kesane ku di nav de laptopek, telefona destan û hinek pirtûk hebûn.
BERÊ JÎ HEPSÊ HEPSÊ HATE DAYÎN
Çalakvan Menîce Hoşnud berê jî hatibû binçavkirin û darizandin. Di sala 2024’an de, ji aliyê Şaxa 101’emîn a Dadgeha Ceza ya Bokanê ve bi tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê” 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

