Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî di 8’emîn Konferansa Diyalogê ya Bexdayê de têkildarî geşedanên li herêmê axivî.
Nizar Amêdî têkildarî temamkirina kabîneya hikûmeta Iraqê diyar kir ku îradeyek heye di demek nêzîk de kabîneya wezîran bê temamkirin. Amêdî got ku li Iraqê her kes di yek keştiyê de ye û hikûmet serkirdayetiyê jêre dike.
Her wiha Serokkomar Nizar Amêdî destnîşan kir ku Iraq yek ji wan welatan e ku piştî Îranê herî zêde bandora şer li ser heye û got ku hikûmet di rûbirûbûna astengiyên li pêşiya ewlehî û aboriyê de jî berdewame.
Têkildarî peywendiyên li gel Îranê jî Amêdî got ku wan bi rêya hevdîtina li gel serokê parlamentoya Îranê peyama xwe gihandine daku peywendiyên navbera her du welatan ji nûve di berçavan re bê derbaskirin.
Di derbarê radestkirina çekên komên çekdar ya ji bo dewletê jî Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî got: “Destur me neçar dike ku kontrolkirina çekan di destê dewletê de be. Merciyeta olî li Necefê jî daxwaza vê yekê dike. Pêwîste li gel komên çekdar diyalog û ji hevtêgihiştina ji bo kontrolkirina çekan a di destê dewletê de hebe.”
Her wiha Nizar Amêdî diyarkir ku ew qebûl nakin xaka Iraqê ji bo êrişkirina li ser ti welatek din were bikaranîn.
Têkildarî hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraqê jî Nizar Amêdî got: “Hevpeymaniya Navdewletî li ser daxwaza Iraqê hat daku rûbirûyê DAÎŞ’ê bibe. Lê niha pêwîstiya Iraqê pê nemaye. Wê heta 30’yê Îlonê hêzên xwe ji Iraqê vekişînin.”
TANKERÊN PETROLÊ YÊN IRAQÊ LI KENDAVÊ DERBAS BÛN
Amêdî ragihand ku li Kendava Hurmuzê derbasbûna hin tankerên petrolê yên Iraqê hatiye hêsankirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê jî derbasbûna tankerên Iraqê piştrast kir.

