Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê derbarê bûyera şewata li girtîgeha Kobanê û şehîdbûna 9 girtiyan daxuyanî da.
Daxuyaniya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê bi vî rengî ye:
‘’Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê, bi hêrs û xemgîniyeke kûr, bi tundî kiryarên ku duh şev li bajarê me rû dane, di nav de girtinên kêfî, tirsandina sivîlan û axaftinên nijadperest ên ku rûmeta gelê me û nasnameya wan a Kurd binpê dikin, şermezar dike.
Şeva borî, karwanek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji Helebê ket bajarê Kobanê û bi şev li kolanên wê geriya, bi keyfî sivîl girtin, bêrêzî û axaftinên nijadperest li şêniyan kirin. Ev pêkanîn êrişeke eşkere ye li ser rûmeta bajêr û ewlehiya şêniyên wê û bi tu hinceta ewlehiyê nayên rewakirin.
Piştre, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi fermandariya efser Mecdedîn El Şêx, hewl dan giriyan bi zorê ji girtîgeha bajêr veguhêzin cihekî din, li dijî vê hewldanê komek girtiyan di hundurê girtîgehê nerazîbûn nîşan dan û agir vêxistin. Di encama şewatê de 9 girtî şehîd bûn û hejmarek ji ber dûmanê êşiyan. Ev trajediyek mezin e, lewma pêpirsînek berferh tê xwestin da ku rastî were eşkerekirin û berpirsiyariya hemû kesên ku ferman dane an pêk anîne, an jî beşdarîbûyerê bûne were destnîşankirin.
Em fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê ewlehiya girtiyan û parastina wan ji tirsandin û bêrêziyê berpirsiyar dibînin. Em her hewldanek ji bo nîşandana bûyerê weke ‘binpêkirinên takekesî’ an jî hewldanên ji bo veşartina berpirsiyariyê bi her hincetek qebûl nakin. Jiyana zarokên me ne tiştekî piçûk e, rûmeta gelê me nayê lîstin û xwîna qurbaniyan dê di bêdengiyê de neyê jibîrkirin.
Em daxwaza lêpirsînek serbixwe û zelal li ser mirin û binpêkirinan dikin, her wiha dixwazin ku encamên wê ji raya giştî re werin eşkerekirin, hemû kesên ku berpirsiyar hatine dîtin, ast an pozîsyona wan çi be werin darizandin û were garantîkirin ku kiryarên weha dubare nebin.”

