Li Kobanê piştî şewata li girtîgeha Kobanê ku di encamê de 9 girtî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn aramiyek hişyar heye. Di heman demê de daxwazên vekirina lêkolîneke serbixwe ji bo aşkerakirina hûrgiliyên bûyerê hatin kirin.
Çavkaniyên xwecihî gotin li girtîgeha navendî şewatek derket, di encamê de 9 girtî şehîd bûn û bi dehan girtiyên din birîndar bûn. Nexweşxaneyên bajêr jî birîndar derman kirin.
Hîna 12 rewş li nexweşxaneyan tên tedawîkirin. Di heman demê de hejmarek birîndar jî hatin dermankirin û çûn malên xwe. Li gorî bijîşkên çavdêr hin birîndarî giran in.
Ji saetên sibehê ve dewriyeyên Hêzên Ewlekariya hundirîn li kolanên bajêr digerin. Piranî dikanên li sûka sereke û sûka sebzeyan hatin girtin û şîn girê dane.
Ev pêşdeçûn, ji ber girtinên bêserûber ên duh ku karwaneke hêzên ewlehî ji Helebê kete bajêr pêk hat. Hemwextî wê hejmarek girtiyan li ser hewldanên veguhastina wan ji bo derveyî Kobanê îtîraz kirin.
Şênî û Meclisa Malbatên Şehîdan banga vekirina lêpirsîneke serbixwe û zelal kir ku hûrgiliyên şewatê aşkera bikin, berpirsên şehîdxistina girtiyan û birîndarkirina wan ceza bikin û nedubarebûna mîna van bûyeran garatnî bikin.

