Ferîbota bi navê Virgo Transport 8 li navbera giravên Cava û Borneo yên Endonezyayê, noqî avê bû û piştre xebatên lêgerîn-rizgarkirinê destpê kirin.
Ferîbot roja şemiyê ji Surabay heta Banjarmasin tevgeriya. Di ferîbotê de 213 rêwî û 30 murettebat hebûn. Sihara yekşemê di saetên siharê de peywendiya bi ferîbotê re qut bû.
Serokê Ajansa Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Neteweyî Mohammad Syafii ragihand ku ji ber qezayê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 129 kes winda bûn û 108 kes hatin rizgarkirin.
Hefteya borî jî nêzî Volkana Anak Krakatau ya li rojavayê Cava, peywendiya bi keştiya xwedî 8 rêwiyan re qut bibû. Xebatên lêgerînê ya ji bo 8 windayan ku 5 rojnamevan jî di nav de ne, didome.

