Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro rewşa siyasî, aborî û mirovî ya li Sûriyeyê nîqaş kirin. Bal hat kişandin ser vegera koçberan, ji nû ve avakirin û pirsgirêkên ewlehiyê.
Cîgirê Nûnerê Taybet ê NY‘yê yê li Sûriyeyê Claudio Cordone got, “Tevî derfetên veberhênanê yên berdest jî, lê Sûriyeyî bi zextên aborî yên mezin re rû bi rû ne.”
Cordone bal kişand ser “girîngiya bihêzkirina jinan, entegrekirina şervanên Kurd û karmendên ewlehiyê di nav saziyên dewletê de.” Her wiha rewşa li Siweydayê wekî “fikardar” bi nav kir.
Cordonê banga rêzgirtina li hember peymana jihevbirina pevçûnan a sala 1974‘an kir û bal kişand ser tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê. Di heman demê de tevkariya Şamê ya bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî pêşwazî kir.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî yê NY‘yê Tom Fletcher jî da zanîn ku ji dawiya 2024‘an û vir ve zêdetirî du mîlyon kesên ku ji hundir koçber bûne vegeriyane warê xwe, lê nêzîkî 800 hezar kes hîna di kampan de ne.
Fletcher got, ji bo aramiyeke domdar, entegrekirina hemû beşên civakê, çareserkirina riska mayînan, veguhestina gav bi gav a ji alîkariya mirovî ber bi başbûn, ji nû ve avakirin û mezinbûna aborî ve hewce dike.

