Di çarçoveya projeyê de ku ji aliyê şîrketa enerjiyê Ineos ve tê meşandin, CO₂ wê li rezervûareke li binê qada petrolê ya berê ya li Derya Bakur a Danîmarkayê bê bicihkirin.
Tê plankirin ku destpêkê salane 400 hezar ton CO₂ bê depokirin. Ineos ji xwe re dike armanc ku kapasîteyê heta sala 2030’î salane bigihîne ji 4 heta 8 milyon tonî.
Beşeke mezin a CO₂ ku wê ji qada depokirinê ya li binê platforma petrolê ya Nini West bê şandin, tê plankirin ku ji tesîsên biyometan ên li Danîmarkayê bê bidestxistin.
CO₂ ya ku bê şileyîkirin, wê ji termînala Esbjerg a li başûrrojavayê welêt bê wergirtin û bi keştiyan li rezervûara li binê deryayê ya li Derya Bakur bê bicihkirin.
Komîserê Enerjiyê yê Yekîtiya Ewropayê Dan Jørgensen ragihand ku proje nîşan dide ku depokirina karbonê teknolojiyeke pêkan e û ev yek wê karibe tevkariyê li derbasbûna hilberîna karbona kêmkirî ya pîşesaziya Ewropayê bike.

