Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li navçeya Hezoyê ya Êlihê çawişê pispor ê ku navê wî nayê zanîn hevjîn, du zarokên xwe û piştre jî xwe kuşt. Piştî ku bûyerê ekîbên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê. Hat hînbûn ku her çar kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên her çar kesan ji bo otopsiyê birin morgê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

