Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin
Rojane

Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

Hevseroka MATUHAY-DER Nûrten Karagoz anî ziman ku girtî li benda pêşveçûna pêvajoyê û bersivdayina li gavên hatine avêtin e û got, "Derengketin hem li girtîgehan hem jî li ser malbatên wan barekî giran ê psîkolojîk diafirîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Îlon 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêber Apo destpê kir, nêzî sala duyemîn dibe. Di ser qebûlkirina “qanûna çarçovey” re jî mehek derbas bû ku li Meclîsê bi dengê 470 wekîlan hate qebûlkirin. Tevgera Azadiyê li gel ku qanûn kêm dît, weke gavekê nirxand. Lê belê derengketina gavên şênber ên ji bo bicihanîna qanûnê fikarên girtiyan û malbatên wan ên li ser pêvajoyê zêde dike.

Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Nûrten Karagoz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

‘DIRÊJBÛNA PÊVAJOYÊ BAWERIYA MALBATÊN GIRTIYAN DIŞIKÎNE’

Nûrten Karagoz ragihand ku malbat li bendê ne ku qanûn bi cih bê anîn û got, “Bêguman ev gotinên min ne tenê nêrîna min e; malbat jî vê yekê dibêjin. Ji ber ku em komeleyeke piştevaniya bi malbatên girtiyan re ne. Bi rengekî xwezayî em bi malbatan re di nava hev de ne, bi hev re ne, hevdîtinan dikin, diçin û tên. Tişta ku ew dibêjin ev e: Difikirin ku wê zarokên wan azad bibe, lê belê dirêjbûna pêvajoyê ya di vê astê de bi wan re dibe sedema bêbaweriyeke cidî.

“Daxwaza malbatan bi vî rengî ye: Madem qanûn derket, bila dewlet li pişt vê qanûnê bisekine û pêwîstiya wê bi cih bîne. Bila bi lez pêk bîne ku hem malbat bigihêjin zarokên xwe, hem jî bi rastî pêşî li vê xitimînê bê vekirin. Yanî rewşeke xitimî û meşeke giran heye; malbat dibêjin divê ev yek tavilê bi dawî bibe.”

‘GIRTÎ DIXWAZIN KU PÊŞÎ LI PÊVAJOYÊ BÊ VEKIRIN’

Nûrten Karagoz anî ziman ku girtî meseleyê tenê li ser mijara berdanê nabînin, dixwazin pêşî li pêvajoyê bê vekirin û got, “Ez bi vî rengî bibêjim: Girtî bêguman li bendê ne ku bi vê qanûnê re hevalên wan bêne berdan. Lê belê rewşeke welê nîne: ‘Li benda berdanê ne, em bêzar bûn bila êdî bêne berdan’. Ne di rewşeke welê de ne. Weke ku min beriya niha qalê kir, dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin. Bêguman derengketina vê pêvajoyê hem li girtîgehan hem jî li ser malbatan barekî giran ê psîkolojîk bi xwe re tîne.

Bi vê pêvajoyê re diviyabû li girtîgehan bêhiqûqî kêm bibûya, lê belê em dibînin ku zêde dibe. Betalkirina berdanê, kiryarên kêfî û êşkence gihîştiye asta herî bilind. Ji vir jî encameke bi vî rengî derdikeve holê: Her girtîgehê li gorî xwe hiqûqek ava kiriye û wê hiqûqê pêk tîne. Halbûkî bêguman divê li vî welatî tenê hiqûqek derbas bibe. Tişta ku em jê re dibêjin kiryara kêfî ev e.

Li girtîgehan mixabin hîn jî rastiyeke weke Desteyên Îdare û Çavdêriyê hene. Me berê jî gelek caran anîbûn ziman; ev deste li derveyî hiqûqê hatine avakirin û mesele bi temamî ji kêfa wan re hatiye hiştin. Dewlet ji aliyekî ve qala avkairina jiyaneke bi hev re ya civakê û hiqûqa xwişk û biratiyê dike, li aliyê din jî mixabin êşkence, bêhiqûqî û betalkirina berdanê li girtîgehan dewam dike. Û li bendê ye ku civak jî li ber vê yekê ranebe. Tiştekî bi vî rengî pêkan nîne. Civaka demokratîk an jî her saziya ku di vê mijarê de têkoşînê dimeşîne, bêguman divê nerazîbûnê nîşan bide û ev nerazîbûn gelekî xwezayî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan
Nûçeya Pişt re Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Di 8’ê Sibatê de li Amedê em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê’

Li Amedê deklarasyona mîtînga 'Azadî ji bo aştiyê' hate eşkerekirin. Di deklarasyonê de bang hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li dijî DAÎŞ’ê operasyon da destpêkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li Kampa Roj a li bajarê Dêrikê ku malbatên çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê mirina bi guman a ciwanekî girtî

Derket holê ku girtiyê bi navê Cîhan Talak ê beriya 2 mehan hate girtin, hefteyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Dêrazorê bertek nîşanî girtina rêveberiyên perwerdehiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?