Di vê demê de ku aştî jinûve ketiye rojevê, gelê Kurdistanê dixwaze ku ji bo êşên berê dubare nebe rûbirûbûn çêbibe û careke din mirov neyên windakirin. Lê belê ji bo bi hezaran malbatan rabirdû hîn jî lêgerîneke ku bi encam nebûye.
Yek ji van malbatan Dilber Eren e ku 29 sal in hewl dide aqûbeta kur û bûka xwe zanibe. Piştî ku kurê wê Orhan Eren û bûka wê Zozan Eren winda bûn nekarî agahiyê jê werbigire. Dilber Eren bi salan e li xizmên xwe digere.
Têkoşîna Dilber Eren ne tenê têkoşîna ji bo hînbûna aqûbeta xizmên winda ye. Dilber Eren ku 29 sal in bi hêvî ye wê kurê wê rojekê vegere, her carê diçe mala wî û lê dinihêre bê hatiye yan na.
Çîroka wê parçeyek ji êşa bi hezaran malbatên li Kurdistanê ye ku li heqîqet û edaletê digere.
Hemşîre Zozan Eren û hevjînê wê Orhan Eren ku ji bo biçe Pasûrê ji navçeya Licê ya Amedê bi rê ketin, 25’ê Îlona 1997’an winda bûn. Wesayita hevjînan bi 50 metreyî dûrî Qereqola Jendermeyan a Angulê hate dîtin. Lê belê li gel ku wesayita wan hate dîtin jî agahî ji Zozan û Orhan Eren nehate wergirtin.
Tê gotin, beriya ku hevjîn winda bibin Qeymeqamê Pasûrê bang li Zozan Eren kiriye û jê xwestiye ku tayîna xwe bi daxwaza xwe ji navçeyê rake û du polîsên li qeymeqamiyê ji Zozan Eren re gotine, “Tu dermên dişîne ji PKK’yiyan re, ji ber vê tu neçar e biçe.”
Pembe Toprak ku nekarî ji keça xwe û zavayê xwe agahiyê werbigire, 26’ê Îlonê xwest serî li Qereqola Jendermeyan a Pasûrê bide. Lê belê bi hinceta ku yên li qereqolê li betlaneyê ne serlêdana wê nehate qebûlkirin û ji Pembe Toprak xwestin ku roja Duşemê bê. Pembe Toprak jî roja Duşemê serî li Dozgeriya Pasûrê da û rewş ragihand. Hate ragihandin ku dozger jî li qereqola li herêma bûyerê geriya û hewl da agahiyê werbigire.
Ji qereqolê jî agahî dan dozgeriyê û îdîa kirin ku Zozan û Orhan Eren ji aliyê PKK’ê ve hatin revandin.
Malbatê li gel serlêdanan jî nekarîn ji rêyên hiqûqa navxweyî encamê werbigire, lewma serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di 21’ê Sibata 2005’an de ji ber “binpêkirina mafê jiyanê” Tirkiye mehkûm kir.
Piştre xizmên Sadik û Seyithan Ulusmaskan ên birayên hev ku di binê çavan de hatin windakirin, dema li windahiyên xwe digeriyan, ji endamên JÎTEM’ê bihîstin ku Zozan û Orhan Eren di binê çavan de hatibûn ragirtin.
Lê belê ji 25’ê Îlona 1997’an û vir ve agahî ji Zozan û Orhan Eren nayê wergirtin.
Hate ragihandin ku piştî bi salan li cihekî nêzî herêma wesayita hevjînan hate dîtin, gorek hate tespîtkirin. Li ser serlêdana parêzeran, dozgeriyê destpêkê serlêdan qebûl kir, lê belê piştre bi hinceta “ewlekariyê” li qada gor lê bû keşif nekir.
Di sala 2014’an de dosya radestî Serdozgeriya Komarê ya Liceyê hate kirin û hîn jî li Liceyê ye.
Dilber Eren ku yek ji hezaran xizmên windayan e, bi salan e hewl dide hîn bibe bê çi hatiye serê kur û bûka wê. Dilber Eren anî ziman ku du neviyên wê hem bê dê hem jî bê bav mezin bûn.
Dilber Eren got, “Du keçên kurê min hebûn. Beriya çend hefteyan me daweta keça wî ya herî biçûk çêkir. Kurê min û bûka min ji navendê hatin Pasûrê, ji vir jî dema dixwestin vegerin Amedê li ser rêya Kocakoyê wesayita wan hate rawestandin. Ji wê rojê ve me nekarî agahiyê ji wan bigirin. Me serî lê kê dabin, li ku pirs kiribin jî nekarî bersivê werbigirin. Her kes xwe kor, kerr û lal dikin.”
Dilber Eren ji ber ku aqûbeta Zozan û Orhan nizane nikare şînê jî dîne û got, “Min nekarî wan bibînim, nizanim bê çi bi serê wan hatiye. Ji ber wê jî me nekarî şînê jî dînin. Min nekarî destê xwe bidim kevirekî û bigirîm. Goreke min jî nîne. Niha qala aştiyê dikin. Li gorî min aştî ew e ku mirov karibe şîna xwe bigire û xwedî gorekê bin. Di nava şîna min a bê dawî de hestiyekî min jî nîne. Li ser aqûbeta wan agahiya min nîne. Weke min bi hezaran malbat hene. Hestiyên wan bê dîtin, gora wan bê çêkirin jî wê şîna min derbas nebe. Weke dayikeke dilşewat destpêkê gorekê dixwazim, piştre jî aştiyê dixwazim.”

