Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku hemû balafirên bombardûmanê yên Emerîkî yên li Baregeha Hewayî ya Fairfordê ji baregehên li DYE’yê hatine vegerandin.
Wezaretê têkildarî vekişînê detay neda. Li baregehê balafirên bombardûmanê yên stratejîk ên bi tîpa B-1 Lancser hebû ku menzîla xwe dirêj e û xwedî wê kapasîteyê ye ku fuze û bombeyên giran bar bike. Li gorî çapemeniya Emerîkayê, heta rojên dawî nêzî 12 balafirên B-1 li Farifordê hebûn.
Biryar di demeke welê de kete rojevê ku 27’ê Îlonê hate ragihandin ku sê wesayitên bi guman li derdora baregehê hatin dîtin û têkildarî mijarê lêpirsîn hate destpêkirin.
Polîsên Îngiliz li herêmê tedbîrên ewlekariyê yên berfireh wergirtin û hin mal ên li derdorê jî vala kiribûn. Hatibû ragihandin ku di hundirê wesayitan de teqemenî tine bû, lê belê rêjeyeke bilind a benzînê hate tespîtkirin.
Têkildarî bûyerê 6 mêr ên ji 23 heta 25 salî hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku pênc jê welatiyên Îngiliz bûn, yek jî welatiyên Îngiliz û Îranê bû.
Kesên bi gumana “amadekariya çalakiya terorê” hatin binçavkirin piştre bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

