Meclisa Malbatên Şehîdan û Desteya Ekolojî ya bajarê Kobanê îro li girê Miştenûr ji bo bîranîna fermandar Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê yên di berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî kirin, 200 darên sinoberê çandin.
Di 5’ê Cotmeha 2014’an de, fermandar Arîn Mîrkan di saetên êvarê de dema ku koma wê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû dorpêçkirin, li girê Miştenûr ê li Kobanê çalakiya fedaî pêk anî.

