Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED), li dijî sepanên Lijneya Çavderî û Rêveberiyê ya Girtîgehan ku berdana girtiyên jin asteng dike, li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê daxuyanî da. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Endam û nûnerên partî û saziyên demokratîk û gelek kes tevlî bûn. Girsê li ber girtîgehê pankarta ku li ser, “Em li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî di nobedê de ne” dinivisî rakirin û dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê nûnera Enqereyê ya TUHAD-FED’ê Sîhan Kaya ve hat xwendin.
Sîhan Kaya bi lêv kir ku Lijneya Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan di sala 2021’an vir ve bi hincetên cuda cuda berdana girtiyên jin asteng dike û got ku berdana 8 jinên girtî hê jî li girtîgeha Sîncanê tê astengkirin. Sîhan Kaya destnîşan kir ku di nav de girtiyên 30 salî hene berdana girtiyên astengdar û nexweş jî tê astengkirin û got: “Poşmantî li ser girtiyan tê ferzkirin û berdana wan tê astengkirin. Girtiyên ku bi salane di girtîgehan de ne û ‘Cezayê’ wan qediyaye jî bi hincetên keyfî berdana wan tê astengkirin. Di serdemeke ku em qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin de sepanên Lijneya Rêveberiyê û Çavderiyê ya Girtîgehan nakokiyan derdixe.”
Sîhan Kaya bi lêv kir ku heta girtiyên jin bên berdan ew dê çalakiya xwe bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kir:
“*Desteya Rêveberiyê û Çavderiyê ya Girtîgehan nikare li şuna dadgehan bigire.
*Desteyek nikare cezayê ku mahkemê daye bi awayekî fîîlî dirêj bike.
*Azadiya miroveke/î bi hincetan nayê astengkirin.
*Fikir û nasnameya girtiyên siyasî nikare li pêşiya berdana wan bibe asteng.
*Divê dev ji sepanên ku berdana girtiyên siyasî yên jin her tim asteng dike, bê berdan.
*Divê jinên girtî ku bi salan e di girtîgehê de ne û dema berdana wan hatiye demildest bigigijin azadiyê.
*Di serî de Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê û li hemû girtîgehan divê biryarên Lijneya Rêveberî û Çavderiyê ya Girtîgehan dide li gor hiqûqê bikarê bê venêrînkirin.
*Divê derbarê berpirsên desteyên ku peywîra xwe xirab bi kar tînin de lêpirsîn bê destpêkirin.
*Divê girtîgeh nebin qadên tolhildana li dijî girtiyên siyasî.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî bal kişand ser rapora komîsyona li meclise ku tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû amadekirin û xwest xala 7’an a raporê ya derbarê maf û azadiyan de bi cih were û got ku ji ber astengkirina berdana girtiyên siyasî baweriya civakê ya pêvajoyê lewaz dibe.

