Xwendekarên dibistana Şehîd Ebdulbarî Mihemed a li bajarê Dirbêsiyê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya têkildarî zimanê Kurdî û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla Xwendekar Niyaz Sîno ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê dayikê beşeke sereke ya hebûn û nasnameya mirovan e, mirov bi windakirina ziman re beşeke ji girêdan û bîra xwe ya çandî winda dike.
Xwendekaran di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ziman ne tenê wesîleya dan û stendinê ye, ew girêdana bi nasnameyê ye, parastina wê berpirsyartiyeke civakî ye.

