Teatra Jiyana Nû (TJN) ku di şanoya Kurd de xwedî cihekî girîng e, piştî navbereke dirêj jinûve dest bi kar kir. Komê bi lîstika zarokan a bi navê ‘Rovî ji çiyê xeyîdiye’ dest bi sezona nû kir û ragihand ku ji bo mezinan jî lîstikeke nû amade kiriye.
Teatra Jiyana Nû ku di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de sala 1992’an ava bû, ji bo şanoya Kurd heta niha mohra xwe daniye binê gelek lîstikên girîng. Komê lîstikên “Daweya Generalê Teneke”, “Ta: Sê Evren Dûr” û “Komara Dînan: Şermola” pêşkêş kiriye. Teatra Jiyana Nû ku piştî demekê bi navê Şanoya Hêlîn komeke din ava kir, li vir jî perwerdeya şanogeriyê meşand.
Teatra Jiyana Nû di dema karê xwe de gelek caran li qedexe û zextê rast hat. Lîstikên wê gelek caran hate qedexekirin, dikên wê hatin girtin; şanogerên wê hatin binçavkirin û girtin. Hin ji şanogerên komê beşdarî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bûn. Lîstika dawî ya komê “Berû” li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hate qedexekirin. Piştî vê pêvajoyê kom neçar ma ku demeke dirêj navberê bide karên xwe û bi sezona nû re careke din li dikê vedigere.
Teatra Jiyana Nû ku bi lîstika zarokan a bi navê “Rovî ji çiyê xeyîdiye” dest bi sezonê kir, ji bo karibe di dema nû de perwerdeya şanoyê bide wê dest bi karekî atolyeyê jî bike.
Şanoger Xanim Rojbîn Ozmen ku di bin sîwana TJN’ê de kar dike, dema nû ya komê û pirsgirêkên şanoya Kurd ji ajansa me re nirxand.
‘EGER MUZÎKA KURD HEBE ÇIMA ŞANOYA KURD TINE BE’
Rojbîn Ozmen anî ziman ku TJN di salên 1990’î de bi fikrê “Eger muzîka Kurd hebe çima şanoya Kurd tine be?” dest bi rêwîtiya şanogeriyê kir û qala pêvajoya damezrandina komê û zor û zehmetiyên wê kir:
“Teatra Jiyana Nû piştî avabûna Navenda Çanda Mezopotamyayê di sala 1992’an de bi fikrê ‘Eger muzîka Kurd hebe çima şanoya Kurd tine be?’ dest bi rêwîtiyê kir û heta niha karê xwe meşand. Ji aliyê şanoya Kurd ve jî bi roleke girîng rabû û bû pêşengê esasî. Ji ber ku yekemcar hewldanek ji bo şanoya Kurd hebû. Heta wê demê ne ji aliyê cih ne jî ji aliyê lîstikê ve tiştekî welê nebû. Dibe ku berê şopên li ser şanoya Kurd hebûn; mînak lîstikên li gundan, lîstikên di nava çanda me de hebûn. Lê belê ji aliyê temsîliyeta li ser dikê ve cara yekê bû.
Teatra Jiyana Nû di salên 1990’î de dest bi karên xwe kir û salên 1990’î weke ku her kes pê zane ji aliyê Kurdan ve salên herî bi zehmet bûn. Wê demê gelek zor û zehmetî hebûn û piştre jî gelek zehmetiyên nû rû dan. Carna ji ber qedexeyên siyasî carna jî ji ber nebûna derfetên aboriyê belav bû. Herî dawî em dikarin bibêjin ku nêzî pênc salan kar hinekî sekinî bû. Bi taybetî piştî qedexekirina lîstika ‘Berû’.”
‘EM NIFŞÊ SÊYEMÎN Ê TEATRA JIYANA NÛ NE’
Rojbîn Ozmen destnîşan kir ku ew nifşê sêyemîn a komê ne û diyar kir ku ew naxwazin TJN weke nostaljiyekê bimîne û bi armanca xwedîderketina li vê kevneşopiyê ew bi rê ketin. Rojbîn Ozmen axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Ya rast kom nekarî jinûve li hev kom bibe. Bi daxwaza xwe nebe jî bi rengekî xwezayî belav bû. Hin ji hevalan çûn Ewropayê û karên xwe li wir dewam kir. Hinek jî çûn Kurdistanê û karên xwe li wir dewam kir. Lê belê bi rê û rêbazekê karê xwe dewam kir. Li gel vê jî Teatra Jiyana N û hinekî sekinî bû.
Em weke nifşê nû dem bi dem bi mamosteyên xwe re diaxivin û di nava xwe de bi rastî jî dibêjin ku nifşê nû yê Teatra Jiyana Nû ne. Me xwest vê kevneşopiyê, vê lêkolînê, vî karî dewam bikin. Me nexwest ku Teatra Jiyana Nû li wê derê weke nostaljiyekê bimîne, nexwest bê girtin. Ji ber vê jî niha hem ji bo şanoya Kurd li şêweyên nû digerin, hem ji aliyê statuya şanoya Kurd ve li rê û rêbazan digerin û lêkolîn dikin bê çawa dikarin mezin bikin. Lewma em dixwazin Teatra Jiyana Nû cihê xwe bigire û li ser vê kevneşopiyê karên xwe dewam bike.”
‘YA GIRÎNG EW E KU ZAROK BI ÇANDA XWE MEZIN BIBIN’
Rojbîn Ozmen ragihand ku wan bi lîstika zarokan dest bi sezona nû kirin û li ser sedema vê jî got, “Ji bo dewamiya Teatra Jiyana Nû dema ku em bi hevalan re li hev kom bûn me gelekî nîqaş kirin. Li gel mamosteyên xwe, li gel şanogerên berê ev kar kirin û xwedî tecrûbe ne em axivîn û em fikirîn ku divê bi zarokan em dest bi vê pêvajoyê bikin. Ji ber ku herî zêde pêwîstiya zarokan bi Kurdî, bi çanda Kurdî heye. Beriya her tiştî pêwîstiya zarokan bi naskirina çanda xwe heye. Ji ber vê jî me xwest bi lîstikeke zarokan destpê bikin. Ji bo me ya herî girîng ew bû ku zarok bi çanda xwe mezin bibin û ji ber vê me xwest bi lîstika zarokan destpê bike.
Lê belê ji bo mezinan jî projeyeke me ya nû heye. Em niha li ser lîstikek ji bo mezinan dixebitin; niha dikarim vê bibêjim. Belê, pêşkêşkirina li dikê û cihgirtina li ser dikê ji aliyê dîroka şanoyê ve tiştekî gelekî girîng e. Hebûna dikeke nû û derfetê pêşkêşkirina lîstikê bi ziman û çanda xwe; wê demê wê şano be. Lê belê ji bo şanoya Kurd ev rewş her tim bi vî rengî nebû. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîrokê, em dibînin ku hevalên me gelek caran li kolanan park, stadyûman lîstikên xwe pêşkêş kirin.”
‘EM LÎSTÎKÊN XWE LI GORÎ MERCAN HEMÛYAN EYAR DIKIN’
Rojbîn Ozmen diyar kir ku şanoya Kurd li qedexe û pirsgirêka nedîtina dikê re rû bi rû ye û anî ziman ku ew listikên xwe dikarin li kolanan jî bilîzin, lê belê mafê wan e ku li ser dikên herî baş pêşkêş bikin.
Rojbîn Ozmen got, “Eger pêwîstî pê hebe, eger derfeta lîstin li ser dikê nedin me, bêguman bi vî rengî hîn bêhtir zêde bi Kurdî em dikarin biparêzin; daxwaza me jî ev e. Mînak em lîstika ‘Berû’ bînin bîra xwe. Lîstik hatibû qedexekirin. Wê li ser dika Şaredariya Bajarê Mezin a Sstenbolê bihata pêşkêşkirin, lê hate qedexekirin. Di vê pêvajoyê de divê em li ser dikên bi vî rengî karibin bilîzin.
Tiştekî din jî ev e; li qada hunerê, li qada şanoyê em neçar hatin hiştin ku derhêneriya xwe, lîstikên xwe, çîrokên xwe li gorî hemû derfetan eyar bikin. Em jî li ser vê fikirîn. Di lîstika me ya nû de, di lîstika zarokan de û di lîstika ji bo mezinan de ku em niha li ser dixebitin, em li ser wê fikirîn bê bi kîjan rêbazê bilîzin, li ser dikê nîşan bidin û xwe bigihînin her kesî.
Lê belê ev nayê wê wateyê ku em ê her tim li kolanan bilîzin. Na. Mafê şanoya Kurd e ku li ser dikên herî baş, bi derfetên teknîkî yên herî baş bilîze. Ji bo vê jî bi taybetî şaredarî ji bo şanoya Kurd, ji bo çanda Kurd divê gelek derfetan biafirîne.”
Xanim Rojbîn Ozmen destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê wan bi taybetî bi şaredariyan re hevdîtin kirin û bi bîr xist ku kevneşopiya şanoya Kurd li gel qedexeyan jî li ser piyan ma.
‘ME HUNERA XWE LI SER AŞTÎ Û AZADIYÊ AFIRAND’
Rojbîn Ozmen bal kişand ser rola hunera Kurd di nava têkoşîna azadiyê de û got, “Heta niha hunera şer hate afirandin. Lê belê niha dema lêgerîna li hunera aştiyê ye. Belê, me Kurd hunera xwe her tim li ser aştî û azadiyê afirand. Lê belê niha di pêvajoyeke fermî de, di pêvajoyeke aştiyê de divê xebatkar û komên çand û hunerê yên Kurd hemû ne tenê şanoya Kurd, hemû karibin bi rola xwe rabin. Ev jî bi karê hîn bêhtir ê çand û hunerê dibe.
Her wiha li gorî min dibistanên hunerê yên fermî yên bi zimanê dayikê dikarin bêne avakirin.”

