Çavkaniyeke taybet a ji Artêşa Iraqê ji Rojnewsê re ragihand ku lêkolîn û çavderiya çend rojan, îstixbarata Iraqê îro serkirdeyek diyar ê rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê li Hewîceyê girt.
Hate diyarkirin ku piştî bidawîbûna lêpirsîn û lêkolînan, dê hûrgiliyên zêdetir derbarê nasname û pileya vî serkirdeyê girtî de ji bo raya giştî were belavkirin.
Hêjayî gotinê duh bi şev çeteyên DAÎŞ’ê li bajarokê Hewîce êrişî xalek polîsan kiribû di encamê de kuştî û birîndar çêbibibûn.

