Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 4’ê Hezîrana 2026’an de sererastkirina li xaka 175’an a Qanûna Medenî ya Tirk ku derfetê dide hevjîna bi cihêbûnê re xizan bibe karibe daxwaza nefeqeyê ‘bi rengekî bêdawî’ ji hevjînê ji cihê bûye bixwaze, li dijî Destûra Bingehîn dît û betal kir. Hinceta biryara betalkirinê di 30’ê Îlonê de li Rojnameya Fermî hate weşandin. Dema bicihanîna biryarê jî 9 mehan hate taloqkirin û 30’ê Hezîrana 2027’an ji bo bicihanînê hate destnîşankirin.
Ji Tora Parastina Jinê Gamze Çetîntepe biryara AYM’ê ji ANF’ê re nirxand û ragihand ku di hinceta biryarê de işaret bi wê yekê tê kirin ku mêr ên nefeqeyê didin ‘çawa têne mexdûrkirin’. Gamze Çetîntepe diyar kir ku mafên bidestxistî yên jinan ji wan hatiye standin û keda jinê tine hatiye hesibandin.
Gamze Çetîntepe anî ziman ku biryar xwe dispêre wê îdîayê ku tê de dibêje, jin hewl dide tiştekî mafê mêran ji wan bistîne û ev rewş jî ji bo mêran dibe mexdûriyetekk.
Di dewama axaftina xwe de Gamze Çetîntepe biryar weke parçeyek ji propagandaya ji bo asêkirina jinê li nava malbata ji tundî, mêtingeriyê nirxand.
Gamze Çetîntepe diyar kir ku qanûn bi nêrîneke welê nîşanî zewacê û cihêbûnê dibe ku keda jinê tine dihesibîne, bi rengekî dijminatiya li jinê bi cih tê anîn û têkildarî armanca esasî ya biryarê û bandora wê ya li ser cihêbûnê bi vî rengî nirxand:
“Eger bê gotiln ku bi vê biryarê re wê rewşa cihêbûnê ya jinan bê guhertin dibe ku rast nebe. Lê belê armanc teqez ev e. Mebest ji mexdûriyeta jinan ev e: nikarin hîn bêhtir jinan talan bikin.
Her wiha eger em vê biryarê li gorî polîtîkayên malbatperestiyê ya yekpare binirxîne, xizaniya zêde û zayendîperestiyê li vê zêde bike, hingî ev biryar dikare bibe sedem ku jin bikeve nava wê hestê ku eger cihê bibe xwe bêçare bibîne.”
Gamze Çetîntepe ragihand ku tevlîkirina jinan a li qada kar kêmkirin an jî astengkirina nefeqeyê nîne û got, “Ji bo vê jî; li şûna ku zarokên keç bêne kuştin divê derfet ji wan re bê dayin ku perwerdeyê dewam bikin, li şûna keda bêdawî ya jinê ya dema zewacê parvekirina kar bê teşwîqkirin, li şûna ku jin weke ya zarok tîne dinyayê û xizmetê jê re dike bê dîtin di nava kar de mûçeyekî wekhev jê re bê dayin, li şûna ku piştî cihêbûnê hevjînê berê gefa kuştinê lê bixwe û bitirse ku ji malê derkeve divê bi biryara parastinê neyên kuştin.”
Gamze Çetîntepe got, “Em wê dijminatiyê dibînin ku hewl dide mafên me gav bi gav ji me bistîne” û destnîşan kir ku wê li hemberî êrişên li dijî jinan têkoşîna xwe dewam bikin.

