Li Meclîsê serdema nû ya qanûndanînê destpê kir. Ji aliyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve jî qonaxeke nû ya siyasî destpê kir. Di qonaxa ji niha û pê ve de rola ku Meclîs pê rabe, helwesta ku partiyên siyasî dîne holê û tevlîbûna civakê li pêvajoya çareseriya demokratîk derdikevin pêş.
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin lil ser mijarê ji me re axivî û diyar kir ku zemîna li parlamentê bi qanûna çarçoveyê hate afirandin ji aliyê çarçoveya hiqûqî ya pêvajoyê ve girîng e. Oznûr Bartin anî ziman ku ji bo sererastkirinên qanûnî veguhere baweriyeke mayinde divê dewlet li qada hiqûqê kiryarên xwe biguherîne.
Parlamentera DEM Partiyê got, “Îro qanûn derketiye, lê belê hîn jî şertê MGK’ê li pêşiya bicihanîna wê hatiye danîn. Ji ber ku ev şert jî bi nêzîkatiyeke mîlîtarîst tê birêvebirin pirsgirêka baweriyê derdikeve holê. Lewma divê êdî gavên şênber bêne avêtin.”
Di vê çaroveyê de Oznûr Bartin axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Pêwîste pirsgirêkên heta niha nekarî bêne çareserkirin êdî li ser zemîna diyalog, muzakere û nîqaşa siyasî bêne nirxandin. Girîng e pêşniyarên qanûnan ên nû bêne amadekirin, ev li meclîsê werin nîqaşkirin û ji bo dawîanîna li desteserkirina mafan garantiya qanûnî bêne afirandin.
Ji mafê ziman heta bi mafê nasnameyê, ji mafên çandî heta bi statuya rêveberiyên xwecihî û temsîla siyasî gelek mesele hene ku divê werin çareserkirin. Her yek ji van ji sernavên şênber ên veguherîna demokratîk e.
Lewma nîqaşa ji niha û pê ve divê li ser wê yekê were kirin ku wê kîjan mafên Kurdan bêne garantîkirin û di asta destûra bingehîn û qanûnî de bersiveke çawa ji van mafan re bê dayin. Yanî têkoşîn wê ji bo veguherîneke demokratîk bê meşandin ku mafên bingehîn ên Kurdan garantî bike.”
‘DI NÊZÎKATIYA LI PÊVAJOYÊ DE DIVÊ ZÎHNIYETA DEWLETÊ BÊ GUHERTIN’
Oznûr Bartin destnîşan kir ku pêwîstî bi veguherîneke siyasî yıa demdirêj heye, Kurd ne tenê muxatabê vê veguherînê ne, di heman demê de hîmekî esasî ye û got, “Rizgariya ji vê yekê bi pêşengiyeke siyasî ya hîn xurt dibe. Bi taybetî rastiya hebûna Kurdan a li Bakurê Kurdistanê êdî nikare bê înkarkirin. Em qala gelekî welê mezin dikin ku hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê hejmarî ve nikare bê înkarkirin. Ev welat nikare êdî vê ji nedîtî ve bê.
Rewşa ku em li vê derê li ser disekinin ji bersivdayina li daxwazên Kurdan wêdetir, terikandina siyaseta înkarê ya sîstem û dewleta heyî ye, girêdana vê yekê bi mafên qanûnî û destûra bingehîn li ser zemîna demokratîk e.
Meseleya welatîbûna wekhev di vir de girîng tê dîtin. Ji ber ku çareseriyeke mayinde ji dayina mafê derdorekê wêdetir pêwîstiya xwe bi avakirina pergaleke siyasî heye ku her kesî weke welatiyê wekhev qebûl dike.
Lewma pêvajoya aştiyê veguherîneke civakî ferz dike, guherîna sîsetem û dewletê fez dike. Divê nêrîna dewlet, hikumetê û sîstema siyasî ya li Kurdan, li nasnameyên cuda, li baweriyên cuda û li nêrînên siyasî yên cuda bê guhertin.”
Parlamenter Oznûr Bartin diyar kir ku gelê Kkurd li vî welatî ne derdoreke ku tenê daxwazên xwe bilêv dike û got, “Kurd li vî welatî gelek e ku di aborî, sermaye, têkoşîna demokratîk, têkoşîna karkeran, berxwedana xwendekaran û hemû qadên civakê de hene.
Ji ber vê yekê êdî nepêkan e ku Kurd weke civakeke welê bê dîtin ku tiştek jê bê xwestin. Kurd yek ji hîmên girîng ên paşeroja demokratîk a vî welatî ye. Ji ber vê jî divê hêmaneke esasî ya veguherîna demokratîk be.
Bi dîtina min qonaxa dewamkirina înkarê êdî derbas bûye. Meseleya ji niha û pê ve ew e ku em ê çawa karibin maf û hebûna Kurdan û derdorên cuda yên civakê veguherînin pergaleke hiqûqî û siyasî. Pîvana aştiya mayinde wê li vir derkeve holê.”
‘NABE KU CIVAK LI DERVEYÎ PÊVAJOYÊ BÊ HIŞTIN’
Oznûr Bartin ragihand ku eger pêvajo tenê bi hevdîtinên aktorên siyasî bê sînorkirin ev yek wê bibe kêmasiyeke mezin û destnîşan kir ku divê teqez civak tevlî pêvajoyê were kirin.
Oznûr Bartin got, “Divê hemû aktor bi hev re tevbigerin. Girîng e meclîs bi berpirsyariya xwe rabe, hikumet gavên şênber biavêje, partiyên siyasî di mijara çareseriya demokratîk de îradeyeke hîn eşkere dîne holê û civak li derveyî pêvajoyê neyê hiştin.”
Parlamentera Colemêrgê ya DEM Partiyê got, “Ji bo aştî mayinde bibe biryarên li Meclîsê têrê nake. Divê ev yek li nava civakê bersiva xwe bibîne. Girîng e mirov xwedî li vê pêvajoyê derkevin, derdorên cuda li hev guhdarî bikin û îradeya jiyana bi hev re xurt bikin.
Dema ku ev pêk hat hingî aştî wê ne tenê li ser aktorên siyasî, her wiha veguhere îradeyeke hevpar a civakê.”

