Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e
Jin

PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

PAJK'ê di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de got, "Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ye" û diyar kir ku jin bi biryar in ku bi tevlîbûna xweya rêxistinbûyî jiyana demokratîk-komînal biafirînin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 28’an a Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Apo hate kirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku di şexsê Rêberê me de li dijî îradeya gelan û jinan weke polîtîkayeke qirkirinê hate meşandin û hemû hêzên komploger ên di nav de cih girtin, bi wesîleya salvegera 28’an careke din bi hêrs û nefret şermezar dikin.

Şehîdên meha Cotmehê yên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêbertî xelekek ji agir afirandin bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bi serxistina têkoşînê bersivê bidin bîranîna wan. Şehîdên me ku bi armanca xwe ya jiyana azad di dil û bîra me de cih girtin, afirînerên destketiyên me ne.

Bi komploya navneteweyî re hate xwestin ku li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3’yemîn were destpêkirin, gelê Kurd bê qirkirin û fitîla wî şerî bê pêxistin ku gel li ber hev rabin û hev qir bikin. Rêberê me ku planên hêzên navneteweyî dît, ji sala 1999’an û vir ve hewl dide van planan têk bibe. Gelek caran agirbest ragihand, hewl da ku projeya Rojhilata Navîn a alternatîf a xwe dispêre aştiya Tirk-Kurdan bixe meriyetê. Lê belê her carê komplo li ser van hewldanan hate ferzkirin. Lê belê me dîsa jî dest ji stratejiya têkoşîna xwe dispêre aştî û civaka demokratîk berneda. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê berhemek ji vê ferasetê ye.

Têkoşîna gel û tevgera me ku 27 sal in bi rengekî bê eman û bê navber hewl dide vê komployê pûç bike, rewşa têkoşîna şoreşgerî ya sedsala 21’ê diyar kir. Di bingeha êrişên li ser Rêberê me de karê ji bo şikandina koletiya herî kûr û kevn a dewamiya vê sîstemê heye. Projeya azadiya jinê ya Rêber Apo di hedefa komplogeran de ye û hem êrişên fîzîkî ıhem jî polîtîkayên şerê taybet herî zêde li ser vê qadê têne meşandin. Hêzên komploger êrişên li dijî jinan ku veguherîn dînamîka şoreşê, di nava van 27 salan de girantir kirin. Lê belê paradîgmaya Rêbertî û têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê hîn bêhtir bi pêş ket û li cîhanê belav bû. Tezên azadiyê yên Rêberê me gihîşt asteke gerdûnî.

Komplo di heman demê de li dijî cografya Rojhilata Navîn û gelên wê yên qedîm bû. Hate xwestin ku bi polîtîkayên neteweperest û olperestiyê têkiliyên hezaran salî yên navbera gelên herêmê bêne parçekirin û serweriya modernîteya kapîtalîst bê pêkanîn. Fikrên Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê weke astengiya li pêşiya talankirina çavkaniyên ser û binê erdê û nirxên çandî yên vê xaka qedîm dîtin. Lewma tevgerên ekolojîk, çandî û azadîparêz divê hîn bi xurtî tevlî têkoşîna li ser bingeha azadiya Rêberê me bibin.

Rêber Apo li gel tecrîda mutleq û îzolasyonê jî girava Îmraliyê kir navenda îdeolojiya azadiya gelan. Bi kûrahiya taktîkî, stratejîk, rêxistinî û îdeolojîk felsefeya jiyana azad afirand. Li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê di asta polîtîk, pratîk û fikrî de ji bo jiyaneke bi rûmet a gelan weke ku bi derziyê bîrê bikole, hewl da ku destketiyan biafirîne. Feraseta Rêber Apo ya neteweya demokratîk, çareseriya aştiyane ya demokratîk, nêzîkatiya ekolojîk û projeyên xwe dispêrin azadiya jinê alternatîfa gelan a li dijî şerê cîhanê yê 3’yemîn e.

Komploger her tim hewl didin ku bi senaryoyên nû encamê bi dest bixin. Jin û gelên li dora Rêbertî civiyan e, li hemberî vê hewldanê planên li ser Kurdan û tevahiya herêmê pûç dikin. Jin bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di dîroka têkoşîna azadiyê de pêşengî ji berxwedanê re kirin û ji komployê heta niha vê yekê dewam dikin. Jin wê bi rêxistiniya xwe ya li dora felsefeya Rêbertî, bi hebûna xwe ya li dijî komployê têbikoşin û her cûre êrişên li ser Rêbertî beralî bikin.

Li herêma me, di demekê de ku komkujî, qirkirina ekolojîk û komkujiya jinan zêde bûye, qirkirineke weke ya Xezeyê li ser gelê me tê ferzkirin, bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re ku 27’ê Sibata 2025’an de kir, serdemeke nû destpê kir. Bi înîsiyatîf û gavên têne avêtin re hewl tê dayin ku pêvajoyeke muzakere û têkoşînê bê pêşvebirin.

Li gel vê yekê gefa komkujî û şer a li ser gelên me hîn neqediya ye. Tevgera me ji bo pêşveçûna pêvajoyê û pêkhatina aştiya civakî gavên şênber ên pêwîst avêt. Lê belê li aliyê dewletê guherîneke bingehîn a zîhniyet, polîtîka û uslûbê xuya nake. Nêzîkatiyên ku bi demê re dihêle û bersiva pêwîst ji gavên hatiye avêtin re di dema xwe de nayê dayin, li pêşiya pêşveçûna pêvajoyê asteng e. Heta ku di mercên Rêber Apo de guherîn neyê kirin, derfetên karkirinê û ragihandinê yên azad jê re neyên afirandin ku karibe bi rola xwe ya koordînatoriyê ya di pêvajoyê de rabe, nêpaken e ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Dewleta Tirk derfetê aştiyê yê Rêberê me nekarî baş binirxîne, ku ji sala 1993’an û vir ve li gel 27 salên li girava Îmraliyê dixwaze biafirîne. Dewleta Tirk ku firsendên berê ji dest revand, her carê xwe di anva şerê giran û krîzên giran de dît. Gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê zerar ji vê dîtin. Divê dewleta Tirk vê carê vê firsenda ku Rêberê me pêşkêş kiriye ji dest nerevîne. Bi polîtîkayên sivik û rojane, bi polîtîkayên şaş vê erdnîgariyê sed sal winda kir. Eger nayê xwestin ku sed salên din bê windakirin, divê nêzîkatiyeke stratejîk ji vê pêvajoyê re bê nîşandan û ziman û siyaset biguhere.

Gelê Kurd, jin û hêzên sosyalîst demokratîk jî divê azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Azadiya Rêber Apo temînata aştiya li Rojhilata Navîn e.

Weke jin em bi biryar in ku hîn bi rêxistinî û xurt tevlî bibin, jiyana demokratîk û komînal biafirînin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixînin. Em ê vê têkoşînê li ser bingeha paradîgmaya Rêberê xwe bi pêş ve bibin.

Di sala 28’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de li ser bingeha stratejiya xwe dispêre siyaseta demokratîk, bi ruhê çalakiyên hûn nikarin roja me tarî bikin em ê tevlî pêvajoyê bibin, têkoşînê bilind bikin. Ev yek wê bibbe bersiva me ya herî bi wate ya li dijî komployê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’
Nûçeya Pişt re KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşvanên jin: Guh bidin pêşniyara Birêz Ocalan a ji bo siyaseta muzakere û demokrasiyê

Meşvanên "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" li Enqereyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê terora polîsan: 400 binçavkirin, êşkence û girtin

Li Wanê di çalakiyên li dijî darbeya qeyûm de nêzî 400 kes hatin binçavkirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qoserê terora dewletê: 30 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hejmara Kurdên ku di encama serdegirtinên malan ên serê sibê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?